Edaleta ku piştî 8 salan ji bo penabera jin a Kurd hatî!
Edaleta ku piştî 8 salan ji bo penabera jin a Kurd hatî!
Edaleta ku piştî 8 salan ji bo penabera jin a Kurd hatî!
Di sala 2005'an de jina Kurd a penaber Gazale Salame tevî 2 zarokên xwe ji Almanya hatibûn derxistin. Selama, piştî 8 salan tekoşina hiqûqê qezenç kir û maf wergirt ku carekî dî vegere Almanyayê. Îro li balefirgeha Hannoverê Salame di nava rondikan de piştî 8 salan zarok û hevjînê xwe himbêz kir.
Gazale (Xezal) Salame berî 17 salan ji ber şerê li Libnanê tevî malbata xwe hatibû Almanyayê û serî li penabertiyê dabû. Lê belê dezgehên Alman bi hinceta ku ewê agahiyên nasnameya xwe şaş daye, di sala 2005'an de biryara derve sînorkirina wê dan. Polîsan Salameya bi du canî tevî zarokekê wê 1 yeksalî ji Almanyayê derxist û wan rêkir Tirkiyeyê. Lê du zarok û hevjînê wê li Almanyayê man û bi vî rengî malbat bû du perçe.
Di nava van salan de tekoşina hiqûqê ya malbatê û ya saziyên koçberan jî ji bo Gazale Saleme dewam kir û daku malbat carekî din bibe yek, kampanya hatin dest pê kirin. Di meha Berfenbarê de jî mijar kete rojeva Meclisa Eyalete Saksonyaya Jêrin û hin parlamenteran daxwaz kirin ku jina penaber tevî zarokên xwe carekî dî werin Almanyayê.
Li ser daxwaza meclisê heftêya borî wezareta hindur a eyaletê destûr da. Piştî vê biryarê balefira ku Gazale Salame û 2 zarokên wê têde bûn îro danî balefirgeha Hannoverê. Salame di nava rondikan de zarokên xwe yên ku ev 8 sal nedîtibû himbêz kir û ev peyam da: "Her tişt pir xweş e û ez aştiyê dixwazim".
Çapemeniya Alman û raya giştî eleqeyeke mezin ji hatina Salame re nîşan da. Hin siyasetmedar û dezgehên koçberan xwestin ku hikûmet ji vê dramayê ders wergire û carekî dî nehêle ku malbat parçe bibin.