Du xwişkên li heman çeperê

Doza azadiyê ku 40 sal li pey xwe hişt. Di vê têkoşînê de êdî mirov dikarin li mirovên ji malbatekê tevlî bûne, li heman çeperê li dijî dijmin şer dikin, rast bên. Mîna gerîlaya YJA-STAR'ê Dîrok û xwişka wê...

Rêwîtiya me ya li çiyayên Kurdistanê piştî demeke dirêj dîsa dest pê kir. Li van çiyayên bi heybet em didin ser şopa ewladên leheng û li dîrok û bîranînên wan guhdarî dikin.

YEK JI QAMIŞLOYÊ, YA DIN JÎ JI NISÊBÎNÊ...

Dîrok Cûdî, piştî ku xwişka wê sala 2015'an ji Mêrdînê tevlî nava refên PKK'ê bû, ew ji Qamişloyê bû gerîlayeke YJA Starê. Dîrok Cûdî destpêkê balê dikişîne ser malbatên ji ber sînorên mêtingeran parçe bûne: "Qamişlo û Nisêbîn bajarên Kurdistanê ne ku ferdên heman malbatê lê dijîn. Ji malbata me jî hinek li Qamişloyê, hinek jî li Nisêbînê ne. Xwişka min di biçûkaniya xwe de li cem xalê min ma. Sînorên ku li nava Kurdistanê hatin danîn, dibûn asteng li pêşiya hevdîtina me. Hesreta me jî zêde dikir. Jiyana li ser heman axê, lê ji hev cuda. Bi hesret, bi êş."

XWIŞKA MIN SÎNOR NAS NEKIR

Cûdî got, "Xwişka min ji bo van sînoran ji holê rake, sala 2015'an tevlî nave refên PKK'ê bû" û anî ziman, dema ku pê hesiya xwişka wê tevlî bûye, ew gelekî pê serbilind bû û jê moral girt. Cûdî bi dewamî got, "Min xwest bidim ser şopa wê û xwe bigihînim wê. Biryara min bi vî rengî bû, lê min firsend nedît. Heta ku tevlî nava refên gerîla bûm, min hewl da li her devera lê bûm ji bo gelê xwe tiştekî bikim û tevlî nava YPJ'ê bûm. Nêzî du salan li Rojava bi erka şervaniya YPJ'ê rabûm. Sala 2017'an ji bo xewn û xeyalên xwe pêk bînim, tevlî nava refên gerîla bûm."

'VEGOTINA VÊ HESTÊ ZEHMET E'

Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî ku nêzî saleke li çiyayên Kurdistanê ye got, hesteke cuda ye ku mirovên ji heman malbatê tevlî bibe, li heman çeperan şer bikin û wiha dewam kir: "Çiyayên Kurdistanê û hevrêtiya gerîlayên Kurdistanê cuda ye. Min îrade û dilsoziyeke bêhempa dît. Îsal gelek heval mîna me hene ku ji heman malbatê tevlî nava refên PKK'ê bûne. Hinek bi dayika xwe, hinek bi bavê xwe, hinek bi kekê xwe, hinek bi xwişka xwe li nava refên têkoşînê ne. Tevlîbûna ji heman malbatê, şerê li dijî dijmin ê li heman çeperê, hesteke cuda ye ku vegotina wê zehmet e. Niha xwedî vê hestê me."

PÊVAJOYEKE GIRAN Û DIJWAR

Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî bi bîr xist ku Kurd û Kurdistan di pêvajoyeke giran û dijwar de ne û got, "Ji aliyekî ve Rêberê me bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Li aliyê din her roj êrîşên faşîst li dijî welat û gelê me tê kirin. Mirovên me tên kuştin, çiyayên me tên şewitandin. Nabe ku mirov di demeke wiha de bêdeng bimînin. Li dijî êrîşên faşîst ên topyekûn tevlîbûneke topyekûn divê. Em di demeke wiha de ne. Rêya azadiyê li Kurdistanê ye."

Ji bo em guh bidin gerîlayên din, rêwîtiya me dewam dike.