Bi Rewşa Awarte di nav 370 komeleyî de ku hatin girtin Komeleya Jinan a Mûşê, Komeleya Banê Jinan a Mûşê jî hebû. Komeleya jinan a ku duh hatibû girtin bi Weqfa Sabaci re li dijî zewicandina zarokan dixebitî. Jinên ku li Mûşê li dijî hişmendiya feodal xwe birêxistin dikirin, ji bo jinên Mûşê pêşveker bû. Du Komeleyên ku gund bi gund tax bi tax xebatên xwe dikirin hatin girtin.
Komeleya Jinan a Mûşê ji 2009’an li Mûşê xebat dikir, ji 68 endam û gelek dildaran pêk dihat. Aktîvîstên nerazîbûn nîşanî girtina komeleyê dan, gotin bi biryareke siyasî deriyê wan hatiye mohrkirin. Jinan gotin, mufetîşan komeleya wan kontrol kirine û ti ewreqekî kêm peyda nekirine. Aktîvîstan diyar kirin wan li dijî zewicandina zarokan keç û ji bo ku wan bişînin dibistanê dixebitîn û bang li hemû jinan kir ku hev bigirin.
Her wiha dest li ser belge û komputirên Komeleya Mûşê ya Jinan hate danîn.
Li Mûşê yek ji wan komeleyên din ê ku hatin girtin Komeleya Banê Jinan a Mûşê bû ku 2013’an ve xebat dimeşand. Aktîvîst dihatin cem hev û semîner didan, bang li jinan kirin ku guh nedin sermayê jî û pişta hev bigirin. Komeleyê bi alîkariya Weqfa Sabanci ji bo pêşî li zewacên zarokan bigire dixebitî. Komele duh bi biryara ku hatî standin hate mohrkirin.