Dokûmantera Sara li Swêdê gelekî balê dikişîne
Dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, ku yek ji sê jinên Kurd ên li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li Swêdê gelekî balê dikişîne.
Dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, ku yek ji sê jinên Kurd ên li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li Swêdê gelekî balê dikişîne.
Fîlm wê di 24'ê Mijdarê de li Klarabîgorafen a li navenda paytexta Swêd Stockholmê were nîşandan. Piştî nîşandana destpêkê wê roja 15'ê Kanûnê jî cara duyemîn bê nîşandan. Bilêtên ji bo temaşekirina li fîlm, ji niha ve qediyan. Ji bo nîşandana 19'ê Kanûnê jî bi tenê 51 bilêt man e.
Dokûmantera Sara ya li ser jiyana Sakîne Cansiz, ku yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd e, ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara ve tê nîşandan.