BI DÎMEN

Dokûmantera 'SARA-Jiyana min her şer bû' qediya

Dokûmantera li ser jiyana ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) a li Parîsê hat qetilkirin, qediya. Gala dokûmanterê wê di salvegera Komkujiya Parîsê de bê kirin.

Dokûmantera li ser jiyana ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) a li Parîsê hat qetilkirin, qediya. Gala dokûmanterê wê di salvegera Komkujiya Parîsê de bê kirin.

Dokûmanter wê bi navê 'Jiyana min her şer bû' ya pirtûka Cansiz a li ser 55 salên xwe yên têkoşînê, bê weşandin. Ji bo dokûmantera ku di Gulana 2013'an de amadekariyên wê destpê kir, li sê navendên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, ekîbên jinan xebitîn.

BI KEDA JINÊ HAT ÇÊKIRIN

Dokûmanter bi derhêneriya yek ji şagirtên Halîl Ûysal Dêrsim Zêrevan hat amadekirin. Xebatên çêkirina dokûmanterê ji aliyê Bîrcan Delal Yildiz, Elîf Engîl Şîmşek û Şehbal Şenyûrt ve hatin meşandin.

ZÊDEYÎ 70 HEVDÎTIN

Çîroka dokûmanterê li gorî pirtûka Cansiz a bi navê 'Jiyana min her şer bû' ya ji sê bergan û rojnivîsên wê, ji aliyê jinan ve hat nivîsandin. Tevî salên zarokatî, ciwantî û girtîgehê yên Cansi, li ser serdemên têkoşînê yên çiyê û Ewropayê jî bi zêdeyî 70 şahidan re hevdîtin hat kirin. Muzîkên dokûmanterê jî ji aliyê Mikaîl Aslan û Cemîl Koçgirî ve hatine amadekirin.

Dokûmantera ku ji nava 100 saet dîmenan ve hat amadekirin, wê weke 1 saet 35 deqeyan derkeve pêşberî temaşevanan.

BI 7 ZIMANAN HAT TERCÛMEKIRIN

Dokûmantera ku zimanê wê yê bingehîn Kurmancî ye, bi Tirkî, Îngilîzî, Elmanî, Îtalyaî, Flamanî û Fransî jî hatiye tercûmekirin. Bi vî rengî wê jiyan û têkoşîna Cansiz ji gelên din re jî bê ragihandin. Çêkerên dokûmanterê dan xuyakirin, ku xebatên ji bo tercûmekirina bi zimanên Spanyolî, Farsî û Erebî jî dewam dikin.

GALA WÊ DI SALVEGERA KOMKUJIYÊ DE BÊ KIRIN

Gala dokûmanterê wê di hefteya destpêkê ya meha Çileyê de, ku dema qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e, bê kirin. Dokûmanter wê di heman demê de li Parîs û Amedê bi galayan bê nîşandan. Dûre wê li festîvalên fîlman were nîşandan.