DOKH: Em dê tekoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemezan mezintir bikin

DOKH: Em dê tekoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemezan mezintir bikin

Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) biboneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku, polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinê feraseta zilam pêş xistiye û dê li dijî feraseta zilam û serdestiya li hemberî jinê di 10-11-12'e Gulanê de li Amedê "Konferansa Rojhilata Navîn a Jinan" pêk bînin.

Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku, îsal 8'ê Adara 2013'an bi êşek mezin pêşwazî dikin û wiha hate gotin: “Jin bi êş û hêrsek mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Soza pêşenga têkoşîna azadiya jinan Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez soza me ye. Em dê bi biryar, soz û doza wan berdewam bikin. Em dê tekoşîna wan mezintir bikin. Em dê li dijî feraseta zilam ya serdest bi baweriya azadiyê em dê têkoşîna şerê azadiyê xurttir bikin."

'TIFAQA PARÎSÊ TIFAQA HERÎ QIRÊJ YA NAVNETEWÎ YE'

Jinan di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku, komkujiya li Parîsê bi hevkariya Gladyoya Tirk û navneteweyî pêk hatiye û xwestiye têkoşina azadiya jina Kurd bişkîne. Jinan da zanîn ku, komkujiya li Parîsê li dijî azadiya jinê pêk hatiye û ev yek nayê qebûl kirin û wiha bedewam kir: "Tifaqa Parîsê tifaqa herî qirêj a navneteweyî ye. Ji bo kurdan bê nasname bike û mafê wî binpê bike dixwaze berî her tiştî jina Kurd bê vîn bihêle û bike kole. Di sala 2012'an de li Bedlisê li dijî jinên Kurd komkujî pêk hat û 15 jinên PKK’î hatin qetilkirin. Di 2013'an jî li Parîsê 3 jinên têkoşerê azadiyê hatin qetilkirin. Hikûmeta AKP'ê bi hinceta gerilla hembêz kiriye li dijî nûnertiya Tevgera Jina Azad û Demokratîk a siyasî û Hevserka KCD'ê Birêz Aysel Tûglûk û Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak erîşa siyasî pêk aniye. Ev êrîş li dijî mîsyona jinê ya siyasî ye. Hikûmeta AKP'ê li dijî tevgera azadî û aştiyê şerekî taybet dide meşandin.

'Bi têkoşîna jinê û kurdan dewletê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk aniye û rêya alîkariyê li gelê Rojava vekeriye. Daxwaza azadiya ji bo Birêz Ocalan ji ber baweriya aştiyê û heqiqêtê tê. Divê dewlet helwesta xwe ya li hemberî rêberê me aşkerebike. Divê daxwazên gelê Kurd ên zimanê zikmakî qebûl bike. Divê daxwaza vîna siyasî û statûya gelê Kurd nas bike. Ger ku daxwazên azadiya Ocalan, ziman, nasname û statûyê bê qebûlkirin dê aştiyê pêş bikeve. "

'DEWLET LI HEMBERÎ JINÊ POLÎTÎKAYA TAYBET DIMEŞÎNE'

DOKH'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser daxwaz û armanca têkoşîna gelê Kurd û jina Kurd, wiha vegot: "Gelê Kurd û jina Kurd li Kurdistanê dixwaze bi ziman, nasname, statû û mafê xwe yê gerdûnî bijî. Guhertin û azadiya Rojhilata Navîn bi azadiya Kurdistanê pêş dikeve. Dilê Rojhilata Navîn Kurdistan e. Krîz ji ber bêstatûya gelê Kurd e. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî statûya gelê Kurd bê nasîn û misogerkirin. Hikûmeta AKP'ê bi boneya tundiya li hemberî jinê asteng bike Zagona Navenda Şopandin û Astengiya Tundiyê (ŞÖNİM) amade kir. Bi vê zagonê stargeh û malên piştevanî û şêwirmendiya jinê tasfiye kir. Jin xist nava projeyên xwe yên dewletbûnê. Têkoşîna me ya li hemberî van polîtîkayên AKP'ê dê berdewam bike." DOKH'ê da zanîn ku di serdema ku tundiya li hemberî jinê hezar û 400 bûye de tundî û êrîşên li dijî jinên Ermenî jî zêde dibin û ev yek bi zanebûn û plan pêş dikeve. Dîsa polîtikayên kurtaj, 3 zarokan û hwd koletiya jinê armanc dike.

'ŞONÎM, PROJEYA ZILAM A KOLETIYA JINÊ YE'

DOKH'ê da zanîn ku, projeya ŞONİM'ê polîtîkaya koletiya jinê ye û dixwaze li gorî zagonan rê bide koletiya jinê û bêtir jinê bike koleyê xwe û ji hemû mafê wê dûr bixe û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Ev proje ji bo jinê gefa herî mezine. Ji bo vê yekê divê jin bêtir xwe bi rêxistin bikin. Ger ku jin li hemberî vê pergala hişmendiya zilamê serdest xwe zane û bi rêxistin bike dê hêz û serkeftinek mezin bi dest bixe. Tevgera jinên Kurdistan û Tirkiyeyê di 8'ê Adara 2013'an dê bi vê zanebûn û hişmendiyê bê pîrozkirin. DOKH bi armanca xwe bêtir bi hêz û rêxistin bike dê di 10-11-12'e Gulanê de "Konferansa Jinên Rojhilata Navîn" pêk bîne. Jin dê bi silogana "'Li Rojhılata Navin Jin Jiyan Azadi' bi tevlêbûna jinên 20 welatan konferansê pêk bîne."