Ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû, Zeynep Kinaci di salvegera 20. a çalakiya fedayî de bibîr anî û got, "Hevala Zîlan bi rêbazeke mezin a şer û fermandariyê, bi hostatiyeke mezin berê xwe da serketinê û derba mezin li dijmin xist."
JIYAN TÊKOŞÎN/HÊVÎDAR RIZGAR
MEXMÛR/ANF
çarşem, 29 pûşperê 2016, 12:11
Ji Fermandarên YJA Starê yên li Mexmûr-Kerkûkê Çîgdem Dogû, Zeynep Kinaci di salvegera 20. a çalakiya fedayî de bibîr anî û got, "Hevala Zîlan bi rêbazeke mezin a şer û fermandariyê, bi hostatiyeke mezin berê xwe da serketinê û derba mezin li dijmin xist."
Dogû di şexsê Zeynep Kinaci (Zîlan) de hemû şehîdên fedayî bibîr anî û diyar kir, Kinaci roj bi roj têkoşîna wan xurtir dike.
Dogû got, "20 sal di ser şehadeta hevala Zîlan re derbas bûn. Di nava van 20 salan de, ji bo azadiya jinê têkoşîneke xurt hat meşandin û nirxên mezin hatin afirandin. Bêguman di vir de sekna jiyanê û çalakiya hevala Zîlan xwedî cihekî girîng e" û wiha dewam kir: "Rêberê me jî rastiya Zîlan timî nirxand û analîz kir. Beriya her tiştî, xeta Zîlan ji aliyê rastiay fermandarî, şer û têkoşînê ve weke xeteke serketinê nirxand."
'ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ BERSIVA LI ÇALAKIYA ZÎLAN BÛ'
Dogû da zanîn, di şexsê Kinaci de têkoşîna azadiya jinê gelekî nêzî azadiyê bûye û got, "Hevala Zîlan, ji ber ku xwedî nasnameya jinê bû, bi hêrseke mezin li hemberî sîstema bi serdestiya mêr, li hemberî rastiya dijmin û mêtîngeriyê çalakî lidar xist. Weke bersiva li vê çalakiyê, Rêberê me îdeolojiya rizgariya jinê di 8'ê Adara 1998'an de diyarî hemû jinên cîhanê kir, bi taybetî jinên Kurd. Ev yek bersivek ji bo şehadeta hevala Zîlan bû. Armanc; li pêşberî şehadeta hevala Zîlan mezinkirina têkoşîna azadiya jinê bû."
Fermandar Dogû destnîşan kir, ku çalakiya Zîlan rêveçûna têkoşînê guherand û ev nirxandin kir: "Hevala Zîlan bi rêbazeke mezin a şer û fermandariyê, bi hostatiyeke mezin berê xwe da serketinê û derba mezin li dijmin xist. Sedema bingehîn a pêkhatina çalakiya hevala Zîlan, bersiva li hemberî sûîqesta li dijî Rêberê me bû, ku di sala 1996'an de pêk hat. Em dikarin bêjin, vê çalakiya hevala Zîlan siberoja têkoşîna me ya 20 salan diyar kir. Wê kêm be ku mirov vê çalakiyê bi tenê bi rastiya hingî ve binirxînin. Pêwîste mirov hîn bi berfirehî li vê çalakiyê binêrin. Ji xwe hevala Zîlan di nameya xwe de vê rastiyê vedibêje. Di nameya xwe de dibêje, 'Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin."
'EM Ê FERMANA SERKETINÊ YA HEVALA ZÎLAN BI CIH BÎNIN'
Dogû diyar kir, weke şopdarên Kinaci ew ê her tim şopdarên çalakiya wê bin û bi biryardarî têkoşînê bidomînin.
Dogû işaret bi têkoşîna bêeman a li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin kir û da zanîn, gel û gerîla bi sekneke fedayî li hemberî vê rastiya şer û dijmin disekinin.
Fermandar Çîgdem Dogû anî ziman, di salvegera 20. a çalakiya fedayî de, xeta Zîlan îro li çar parçeryên Kurdistanê belav bûye û got, "Em ê fermana serketinê ya hevrê Zîlan bi cih bînin. Ev erka me ye."