'Divê sekna me ya li her qadê zexm be'
Ji Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê Ferîde Eralp diyar kir, hikûmeta heyî gefê li jiyana her kesî dixwe û got, "Gelekî girîng e ku em bi hev re tevbigerin. Divê sekna me ya li her qadê, zexm be."
Ji Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê Ferîde Eralp diyar kir, hikûmeta heyî gefê li jiyana her kesî dixwe û got, "Gelekî girîng e ku em bi hev re tevbigerin. Divê sekna me ya li her qadê, zexm be."
Nerazîbûnên li girtina KJA, Komeleya Jinê ya Gokkûşagi, Komeleya Jinê ya Wanê û gelek rêxistinên civakî yên sivîl, zêde dibin. Ji Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê Ferîde Eralp destnîşan kir, ku girtina van saziyên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl, êrîşa li dijî vîna jinê ye.
Eralp da xuyakirin, ku saziyên hatine girtin, destketiyên hemû jinan e û bal kişand ser rola van saziyan di pêşîgirtina li şîdeta li dijî jinê.
Eralp got, "Jinên xwedî li jiyana xwe derdikevin, divê li ber van girtinan rabin. Pêwîste bibînin, ku ev êrîş li dijî jiyana wan hatine kirin. Niha cihek nema ye ku jinek ji ber şîdeta hevserê xwe, serî lê bide."
'ME DÎT BÊ DEWLET BI ÇI RENGÎ ÊRÎŞÎ JINÊ DIKE'
Eralp bibîr xist, ku piştî şaredariyên DBP'yî bi rêya qeyûm hatin desteserkirin, ewilî navendên jinê yên şaredariyan hatin girtin û wiha dewam kir: "Dema şîdet li jinê tê kirin, serlêdana li polîsan an jî saziyên sîstemê, neçare ye. Ev hemû saziyên sîstema bi serdestiya mêr in û bi giranî me bi tenê dihêlin. Me li malên ku şîdet li me tê kirin, vedigerînin. Pêwîste jin li dijî vê rewşê nerazîbûneke mezin nîşan bidin. Bi girtina komeleyan û tayînkirina qeyûman re me dît bê dewlet bi çi rengî êrîşî jinê dike. Bernameya Ekmek ve Gul a li televîzyona Hayatin Sesî TV û Mor Bulten a li ÎMC TV deng û rengê jinan bûn. JINHA ajaneke welê bû ku bi tenê jin lê dixebitî û têkoşîna jinê derdixist pêş. Saziyên ku deng û gotinên jinê bûn."
'LI HER QADA EM LÊ NE, DIVÊ SEKNA ME ZEXM BE'
Eral morhkirina deriyê JINHA, girtina serokatiya daîreyê yan jî navendên jinê yên şaredariyên bi qeyûm hatine desteserkirin, derxistina jinan ji kar an jî wezîfedarkirina wan li karê paqijiyê bibîr xist û got, "Li pêşberî me dewleteke welê heye ku bi tenê li vê difikire 'jin tenê dikare paqijiyê bike'. Em dibînin ku polîsan dor li KJA'yê girtine. Hikûmeteke ku naxwaze jin li pêşberî mêr û dewletê xurt bibe, me bi rê ve dibe. Ev yek gefeke mezin li jiyana me hemûyan dixwe. Dem ew dem e ku em bi xurtî li hev bicivin. Divê em beriya her tiştî vê çareser bikin û li her qada lê ne bibin xwedî sekneke zexm."