'Divê jin ji bo demokrasiyê biherikin kolanan'

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek diyar kir, divê jin li dijî paşverûtiyê biherikin kolanan.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê weke şerê ji bo desthilatdariyê nirxand û diyar kir, hêzên paşverû yên di bin navê 'Cejna Demokrasiyê' de herikîne kolanan, di destpêkê de jinan hemû derdorên mûxalîf hede girtine. Şîmşek da xuyakirin, ku ji bo bersivê bidin van nêzîkatiyên antî demokratîk, jin wê xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan.

Gulcîhan Şîmşek da xuyakirin, ku kaosa heyî ya Tirkiye di nav de ye, encama hewldaneke dewamkirina rastiya netewe dewlet a 100 salî ye û got, "Kaosa li Tirkiyeyê ji rastiya şerê li Iraq, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn ne cuda ye. Ji ber ku ev rewşa di encama hewldana hêzên serdest de li Rojhilata Navîn derketiye holê, rewşeke şer e."

15'Ê TÎRMEHÊ ENCAMA ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ YE

Şîmşek bibîr xist, ku Tirkiye beriya 15'ê Tîrmehê 3 caran darbe dît û got, "Hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji her alî ve encama şerê desthilatdariyê ye. Tevî vê yekê jî, hem weke gelê Kurd hem jî weke DBP em bi ti awayî rewşeke bi vî rengî erê nakin. Ji ber ku di pêvajoya darbeyê de mafên mirovan ji her alî ve tên tinekirin û bi rengekî dijwar sûc tên kirin. Lewma em hewldana darbeyê şermezar dikin."

MEXDÛRÊN ŞERÊ JI ALIYÊ ZÎHNIYETA MÊR VE HATIYE DESTPÊKIRIN, JIN Û ZAROK IN

Şîmşek bal kişand ser şert û mercên dijwar ên şerê li Kurdistanê û got, "Li kîjan aliyê cîhanê di nava kîjan şert û mercî de bê kirin jî, herî zêde jin û zarok ji şer zerarê dibînin. Mînaka herî nêz a vê yekê jinên Şengalî ye. Jinên ku malên wan, gundên wan hatin şewitandin, zarok û hevjînên wan hatin qetilkirin, weke xenîmeta şer dîl hatin girtin, bû hedefa destavêtinê ayn jî li bazarên koleyan hatin firotin. Bi gotineke din, berdêla şerê ji aliyê zîhniyeta dewleta mêr ve tê meşandin, jin dide. Dema mirov vê rewşê dinirxînin, hingî derdikeve holê ku yekane rêya jin dikare serî lê bide, têkoşîneke topyekûn e. Li dijî darbe, paşverûtî, zilm û zordariyê..."

TIRKIYE BER BI YEK TÎPBÛYÎNÊ VE TÊ DEHFDAN

Şîmşek destnîşan kir, desthilatdariya ku piştî hewldana darbeyê ket nava tevgerê, welêt ber bi yek tîpbûyînê ve dibe û got, "Biryarên AKP, CHP û MHP bi hev re girtine, biryarên di civînên YAŞ û MGK de hatine girtin, xizmetê ji milîkirinê re dikin. Ev biryara milîkirinê jî ji bo tinekirina deng, ziman, ol û rengên cuda yên li Tirkiyeyê tê meşandin. Em jin, ji bo parastina van cihêrengiyan têdikoşin. Ji ber ku roj bi roj li Tirkiyeyê du enî bêhtir derdikevin pêş. Yek ji van eniyan eniya milî ya yek tîpkirinê ye, ya duyemîn jî eniya pirengî û piralî ya demokrasiyê ye."

EM Ê BÊHTIR XWE BI RÊXISTIN BIKIN Û TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN

Gulcîhan Şîmşek da xuyakirin, ku hêzên li ser daxwaza desthilatdariyê di bin navê 'Cejna Demokrasiyê' de daketine kolanan, bi zîhniyeta xwe ya paşverû jinan hedef digirin û got, "Em dixwazin xwe li hemberî vê zîhniyeta pavşerû bi rê xistin bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Jinên Kurd ev yek li Rojava bi ser xistin. Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye, ji ber ku jinên li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer dikin xwedî li beden, nasname, ziman û hebûna xwe derketin. Ya ku dikeve ser milê jinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî, xurtkirina eniya demokrasiyê û daketina kolanan e."

...