'Divê em têkoşîna xwe ji her demê bêhtir mezin bikin'

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, li ser qetilkirina endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar, daxuyaniyek weşand.

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, li ser qetilkirina endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêwîste em têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jin û civakê, ji her demê bêhtir mezin bikin. Jinên Kurd li ber xwe dan, ew ê li ber xwe bidin."

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, cînayetên siyasî yên li hemberî jinê yên li Silopiyayê, ku qirkirina jinê ye, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 9'ê Çileya 2013'an dema qetilkirina şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û vir ve, li hemberî jin û gelê Kurd polîtîka û şerekî bêeman tê meşandin û hat gotin: "Îro piştî 3 salan, bi heman rengî komkujiyek din li Silopiyayê pêk hat. Dîsa sê jin, sê şoreşger, sê siyasetmedar. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Dewleta leşker ku navê rewşa sazîbûnê yê şîdeta baviksalariyê ye, mîna hemû şerên qewimîne, careke din jin weke xenîmet hedef girt. Ev şoreşgerên jin ên kevneşopiya berxwedana Sakîneyan hilgirtin ser milên xwe, heta nefesa xwe ya dawî, xweparastina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê li qada siyasî temsîl dikirin."

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî da xuyakirin ku ev jinên ji aliyê vîna gel ve bi vîna jinê di nava civakê de hatin hilbijartin, tirsa herî mezin a Erdogan û dewleta faşîst bûn. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, ku ew jinên berxwedêr û rêxistinbûyî bûn û hat gotin, "Divê em têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jin û civakê ji her demê bêhtir mezin bikin. Jinên Kurd li ber xwe dan, ew ê li ber xwe bide.

Weke Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a navneteweyî em bang li Yekîtiya Ewropa, Parlamenta Ewropa, bi taybetî jî bang li Neteweyên yekbûyî dikin ku li hemberî van pêkanînên li dijî mirovahî û li dijî hiqûqê bêdeng nemînin, helwestê nîşan bidin û li cem gelên bindest û Kurdan ên xwedî têkoşîneke mafdar in, cih bigirin."