Dilpak: Jin divê hêza xweya parastinê derbixe holê

Dilpak: Jin divê hêza xweya parastinê derbixe holê

Endama YJA-Starê Nalîn Dilpak diyar kir ku ew ji bo bîranîna hevalên şoreşger dê 8’ê Adarê bi coşeke mezin pîroz bikin û got divê hemû jin bibin xwedî hişmendî û hêza xwe ya parastinê derxin holê.

Dilpak got ew 8’ê Adarê bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pîroz bikin û got: “Divê jin şoreşa xwe ava bikin. divê bi rêxistin hêza û têkoşîna hevpar derxin holê.

Dilpak di berdeewamiya axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û bi taybetî jî yên dayikên kurd, dayikên şehîdan pîroz kir.

JI BÎRANÎNA HEVALA SARA PÎROZBAHIYA BI HEYBET

Dilpak got divê ev 8’ê Adarê ji bo bîranîna hevala Sakîne bi çoş û îdiayeke mezin bê pîrozkirin û got: “Bila jin îsal bi heybet pîroz bikin. divê serhildanên mezin bikin. bibin pêşeng. Ji ber ku me pêşengek xwe ya jin şehîd da.  30-40 salan têkoşîneke mezin da. Ev heval Sakîne bû.  ji bo jinan pêşeng bû. ji bo vê divê jin bi rêxistineke mezin vê pîroz bikin.”

Dilpak da zanîn ku hêzên komploger heval Sara şehîd kir û got: “Ev dê morelê me xera neke. Divê em peyameke baş di 8’ê Adarê de bidin hêzên serdest. Jin divê bi îdia, coş û rêxistineke mezin  vê peyamê bidin. Divê jin vê cesaretê nîşan bidin.  Ez bi hêvîme ku hemû jin dê vê pêk bînin.  ji berk u hevala Sara tu jin ji hev cuda nedikir, hemû hembêz dikir.

DIVÊ EV SEDSAL BIBE SEDSALA JINÊ

Dilpak wiha pê de çû: “Rêber Apo ji vê sedsalê gotibû; Divê bibe şoreşa jinê. Ji ber vê divê ev sedsal bibe sedsala jinê. Bi pêşengiya hevala Sara em dê şoreşê ava bikin.  di 8’ê Adaradê de divê em vê derbixin holê.  ji xwe jin gihiştine vê astê.bi taybet divê jinên kurd pêşengiya vê bikin. 

JIN DIVÊ HÊZA XWE YA PARASTINÊ MEZIN BIKIN

Dilpak got jin divê bi têkoşîna xwe destûrê nedin ku siyaseta qirêj li ser wan bê meşandin û got: “Her kes divê bi hêz û fikr tevbigere. Bi taybet jinên kurd, em gerîla  dê di vê hişmendiyê de tevbigerin. Em dê bi vê hişmendiyê têkoşîna xwe bimeşînin.  Îdia û biryara me eve. Jin dê parastina xwe bi bandor bimeşîne. Jin dê hêza xwe ya parastinê derxe holê.

EM BI TOLGIRTINÊ KETINA SALA 2012’AN

Daxuyaniyê wiha got: “Di 8’ê Adara 2012’an de li Garzan 15 hevalên me yên jin şehîd ketin. Dem ali kampa xwe perwerde didîtin artêşa tirk li ser îstîxbaratekê  êrîş kir. Me di 8’ê Adrê de biryara tolhildana hevalên xwe girt. ji bo vê em bi biryara tolhildanê ketin sala 2012’an. Her wiha ez li hember şehîdên Garzan û Cudî ku ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran de avêtin, bejna xwe ditewînim.

PÊŞENGA ŞER JIIN, DÊ BIGIHÊJE SERKEFTINÊ

Nalîn di dawiya axaftina xwe de diyar kirku li Rojavayê Kurdistanê jinan li her qadê pêşengî kiriye û şoreş pêk aniye û got: “Em jî li çar parçeyên Kurdistane dê şoreş û serkefinê pêk bînin. îdiaya me eve.  Ez dîsa 8’ê Adarê li hemû jinan û bi taybet jinên kurd pîroz dikim.”