Sîstema darazê ya Tirkiyeyê ku di biryarên skandal de ti sînoran nas nake, xwendekaran bi hincetên weke, zimanê zikmakî û vekirina pankarta perwerdeya bêpere, daxuyaniyên çapemeniyê digire, vêcarê jî girêdana dîlanê jî ser zêde kir.
Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê û endama Genç-Senê Sînem Şahîn, di 30’ê Cotmehê li Taksîmê dema xwestin ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehan dabûn destpêkirin, çalakiyek ya protestoyî pêkbînin hate binçavkirin û hate giritin, sedema girtina wê pir balkêş e. Piştî binçavkirinekî bi eziyet, dema 2’ê Mijdara 2012’an de birin Edliyeya Çaglayanê, wêneyên li baxçeyê dibistanê ji aliyê polîsan ve hatine kêşan yên dema bi hevalên xwe re dîlan girêdane nîşandan û îdîakirin ku, ev dîlan bi fermana Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan ve hatiye dayîn û hate girtin.
LI QEREQOLA BISABIQE LÊDAN Û DIJÛN
Sînem Şahîn ya 21 salî ku meheke li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê girtiye tiştên jiyan kirine wiha vegot: “Li Taksîmê di dema çalakiya protestoyê de di encama mudaxeleya hêzên çevîk ya bi gazê, ji ber ku nexweşiya astim li min e ez ketim erê. Min nedikarî nefesê bistînim. Ez di wê rewşê de, polîsan derdora min girt û destên min ji piştê ve girêdan û ez di nava wê gazê de hêlam. Li rexmî ez xirabtir bûm li şûna min rakin nexweşxaneyê ez birim qereqola Beyoglûyê. Li wir polîsekî got, ‘Tu sîleyekê bixwe temaşe bike ka tû dê çawa bê ser hişên xwe’ sîleyek li min da, yekê din jî pora min girt û ez danîm erdê. Polîsê dihat û diçû pên li min dida û ji zayenda min re dijûn digot. Demek dirêj ez wisan li erê hêlam. Piştre vêcarê polîseke jin hate ez ji erdê rakirin û destên min bi bankayê ve kelepçekir, bi zorê lêgerîn li ser min kir. Vê eziyetê tam 8 demjimêran dom kir. Nîva şevê ez birim Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê. Min li vir jî mafê xwe yê ne axivînê bikaranî. Piştî ez 2 rojan li hucreyê mam, rewşa min xirabtir bû ez rakirim nexweşxaneyê. Di encama muayeneya dixtor de ji ber sedema astimê di cerg û dilê min de pirsgirêk derketin. 5 demjimêran oksîjen dan min.”
EW QAS JÎ NABE!
“2’ê Mijdarê ez birim Edliyeya Çaglayanê û derxistim dozgeriyê. Di dema lêpirsînê de dozger wêneyên li baxçeyê dibistanê dema me dîlan girêdaye nîşanî min dan û dema îdîakir ku, ev dîlan bi fermana Murat Karayilan hatiye girêdan, min got, çawa çêbû ew qas jî nabe. Ez şaşbûm. Her çendî ku ez bêjim kena mirov bi vê îdîanameyê tê jî, ez di çarçoveya rêxistina ciwana DYG ya BDP’ê hatim girtin.”
BI VÊ FERASATÊ DERIYÊ DMME’YÊ NEÇARIYE
Şahîn balkişand ser wê yekê ku, ji ber ku girtina wê kete pêvajoya ezmûna, nekarî bikeve ezmûnan jî û da diyarkirin ku, telafiya van ezmûnan tuneye û ji ber îdîayên bi ken mafê min yê perwerdeyê jî hate xwarin. Sînem Şahîn destnîşan kir ku, parêzerê wê têkildarî dibistanê ketiye dewrê û got; “Ger ev bêhiqûqî bi awayek keyfî bê birêve birin, ew dê di demên pêş de serî li DMME’yê bide.”