‘Di xeta Şehîd Rojbîn de em ê bibin pêşengên dîplomasiya gelan!’
Sêyemîn Konferansa Jinan a Karên Derve ya Ewropayê bi pêşengtiya Buroya Aştiyê ya Jina Kurd, Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jina Kurd, Roj Women û Komîsyona KNK hate lidarxistin.
Sêyemîn Konferansa Jinan a Karên Derve ya Ewropayê bi pêşengtiya Buroya Aştiyê ya Jina Kurd, Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jina Kurd, Roj Women û Komîsyona KNK hate lidarxistin.
Sêyemîn Konferansa Jinan a Karên Derve ya Ewropayê hate lidarxistin.
Sêyemîn Konferansa Jinan a Karên Derve ya Ewropayê bi pêşengtiya Buroya Aştiyê ya Jina Kurd, Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jina Kurd, Roj Women û Komîsyona KNK hate organîzekirin hate lidarxistin.
Di pêvajoya ku li ser esasê şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jina Kurd di qada navxweyî û navneteweyî de şoreşa jinê li ser hîmê avakirina civaka exlaq û polîtîk tê jiyîn, di qada dîplomasiya jinê li Ewropayê seyemîn konferansa jinê li bajarê Elmanyayê Dûsseldorfê di roja 31. Gulanê de hate lidarxistin.
Nêzî sed delege û mêvan beşdarî konferansê bûn. Ji welatên Îngilîstanê, Fransayê, Belçîkayê, Hollandayê, Swîsre û Elmanyayê delegeyên konferansê ji bo ku karibin berhemên ku di kesayeta YPJ bi berdêlên giranbuha hatin avakirin di qada navneteweyî de bidin parastin, nasîn û mezinkirin, li ser esasê xwe ji nû ve rêxistinkirin bilindkirina têkoşîna xwe ya li dijî hemû cureyên zîhniyeta zilamtî esas girtin.
Di serî de ji aliyê nûnera Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jina Kurd Nursel Kiliç axaftina vekirinê hate kirin. Kiliç da diyarkirin ku di meha Gulanê ku di dîroka Tevgera Azadiyê wek Meha Şehîdên Gulanê hate îlankirin di kesayeta Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogruak di 10’emîn salvegera şehadeta wan bi rêzdariyek mezin hemû şehîdên şoreşê hatin bîranîn. Girîngiya pêvajoya ku li ser esasê berxwedana jinê li Kurdistanê giha astek gerdûnî ji aliyê Kiliç ve hate vegotin. Bi berdewamî Kiliç anî ziman ku, divê di qada dîplomasiyê de bi nêrîna jinan, jin karibe bi zanista xwe ya jinê bibe zimanê keda xwe û di warê heremî de rêxistina xwe ya xweser bi ya enternasyonal xurtir bike.
Piştî dîwan hate hilbijartin. Endama Rêveberiya CENÎ Mûnawer Azizoglu Bazan û Hevseroka KCD’ê Dilşah Osman Nursel Kiliç konferans bi rê ve birin. Piştî peyamên mêvanan di serî de Nûnera TJK’ê Songul Omûrcan, Nûnera Meclîsa Bêrîvan û Meclîsa Jinên Rojava, rapora xebata salekê hate xwendin û nirxandin çêbûn. Piştî wê li ser bingeha encamên nirxandinan plansaziyek hevbeş derket. Hat diyarkirin ku wê plansazî di demeke kin de bê aşkerakirin.
Herî dawiyê bi dirûşmên 'JIN JIYAN AZADÎ' bi biryardariya ku di qada dîplomasiya jin rêxistina xwe ya heremî bi pîvanên xweseriya demokratîk di xeta dîplomasiya gelan û jinê ya Rojbîn (Fîdan Dogan) de bilind bikin, konferans hate bidawîkirin.