'Di têkoşînê de rola jinê hêzek mezin bi tevgera kurd da qezenckirin'

'Di têkoşînê de rola jinê hêzek mezin bi tevgera kurd da qezenckirin'

Di demeke ku hevdîtinên aştiyê didome de, jinên kurd yên bi awayekî aktîf din ava têkoşînê de cih digirin, diyar dikin ku dê ji bo aştiya mayînde bibin parçeyeke tevliker û wekhev yên pêvajoya aştiyê.  Cigira Serokê Şaxa MAZLUMDER a Amedê Seher Akçinar wiha got: “Di nav vê têkoşîna ku tê meşandin de rol û hêza jina kurd hêzek mezin bi tevgerê da qezenckirin. Ji ber vê yekê bi taybet divê jin di vê pêvajoyê xwe bi hêztir xwe tevli bike.

Di vî şerê ku ev 30 sal in didome de di serî de jinên kurd û hemû jinên Tirkiyeyê êşên mezin kişandin. Jinên kurd di nava tevgera azadiya kurd jî jinan rola aktîf lîstin û têkoşînê pêngaveke din pêşve bibin. Jinên kurd di vê pêvajoya krîtîk de jî rola girîng dilîzin. Hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk didome û jinên kurd yên k udi vê pêvajoyê de rola aktîf girtine ser xwe, ji bo aştiyeke mayîn de bûne parçyeke wekhev û tevliker a pêvajoyê.”

JINÊN KURD DIKARE ÇAWA PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ?

Cigira serokê Şaxa MAZLUMDER a Amedê Seher Akçinar ji ANF’ê re axivî û bersiva pirsên me yen weke di hevdîtinên aştiyê de pozîsyona jina dê çawa be, jinên kurd dê çawa piştgiriyê bidin vê pêvajoyê, bersivand.

Akçinar da zanîn ku ji bo ku tevgera xwe kurd xwe bigihîne girseyan, tevgerên gel ava bike divê jinên kurd aktîf tevli pêvajoyê bibe û wiha got: “Îro di nava tevgera siyasî ya kurd de jin rola aktîf dilîzin. Her wiha ger îro tevgera kurd divê pozîsyonê de be, bi rastî bi hewldanên cidî yên jinan pêk hatiye. Tevgera kurd bi keda jinê pêş ketiye. Bi vî awayî di nava tevegera kurd de jinên kurd  di pozîsyoneke gelek akftîf de bûn. Jinên kurd ku ji bo azadkirina nasnameya xwe têkoşiya û ne tenê li dijî dewletê di heman demê de li dijî rêhevalê xwe jî daye. Tevgera jinên kurd ji tevgerên femînîst cuda ye. Jinên kurd ne tenê xwe di heman demê de hewl dide rêvehevalên xwe jî biguhre.  Jina kurd xwe nas kir. “

DI NAVA TEVGERA KURD DE PROFÎLEKE JINÊ A BI HÊZ HEYE

Akçinar diyar kir k udi nava tevgera kurd de profîleke jinê ya bi hêz heye û wiha pê de çû: “Ji bo ev sekna siyasî ya bi hêz li ser piyan bisekine,  xwe îfade bikin, divê  jin li kolanan, li qadan  dengê xwe bilind bikin.

Akçinar da zanîn ku di vê dema ku hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta tirk didomin de hêviyên ji bo aştiyê şîn bûne û wiha got: “Ez gotinên aştiyê yên hikûmeta AKP’ê samîmî nabînim. Di encama têkoşîna Tevgera azadiya Kurd de, AKP bê çare maye û bi vî awayî pêvajoyê vediguherine pêvajoya aştiyê. Li aliyekê hevdîtin pêk tên li aliyê din opersyon didomin.  Ev mirovan bêzar dikin.  AKP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd zor hat kirin. ji ber vê jî ev pêvajoyeke gelek xesase. Divê jinên kurd di pêvajoyê de rola xwe baş bilîze.”