Di skandala êrîşa zayendî ya li Bedlîsê de têkiliyên qirêj

Tora têkiliyan a li ser êrîşa zayendî ya li Weqfa Ensar a li Bedlîsê, berfireh dibe. Tê gotin, AKP'yî jî di nava vê skandalê de hene.

Piştî Karamanê, vê carê derket holê ku du mamosteyên bi dilxwazî li Weqfa Ensar a Bedlîsê kar dikir, li malên kirêkirî êrîşa zayendî li jinan kirine. Navên li pişt vê skandalê eşkere dibin. Hat ragihandin, gelek personelên cemaweriyê û rêveberên AKP'ê yên bajêr jî di nava bûyerê de hene.

TÊKILIYA NAVBERA MIDÛRIYETA PERWERDEYÊ Û WEQFÊ

Weqfa Ensar a Bedlîsê cihê skandal lê hat kirin, beriya du salan weke Mala Mamosteyan dihat bikranîn. Piştre Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî ev der radestî Weqfa Ensar kir. Li Bedlîsê ku qet wargeha ji bo keçan û pansiyon nîne. Di rewşeke bi vî rengî de ku pêwîstî bi çêkirina wargehê heye, balkêş e ku ji Weqfa Ensar re ev derfet hatine dayîn.

Der barê mijarê de Egîtîm-Sen Şaxê bajêr serlêdan kir, lê ev serlêdan ji nedîtî ve hatin.

O.S. û M.O. ên li Weqfa Ensar êrîşa zayendî kirin, dema mele bûn ji aliyê Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî ve weke mamosteyên Çanda Olî hatin wezîfedarkirin. Hînê bersiv ji pirsa "çawa dibe ku ev şexs ji meletiyê yekser ji bo mamostetiyê tên wezîfedarkirin?" nehatiye dayîn.

PAR JÎ QEWIMÎ; QEREQOLÊ TIŞTEK NEKIR

Li gorî îdîayan, li Weqfa Ensarê par jî rewşa bi heman rengî qewimî. Lê belê heyeta mutewelî ya ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hat avakirin dest li rewşê werda û yekser ser bûyerê nixumand. Rêveberiya Weqfa Ensar piştî vê civînê bi temamî hat guhertin.

Kurê Midûrê Perwerdeya Milî ya Bedlîsê Mehmet Emîn Korkmaz, Husnu Korkmaz di nava rêveberiya weqfê de cih digire.

Derket holê, jinên bûn hedefa êrîşa zayendî, beriya niha serî li qereqolê dabûn, lê di vî warî de tiştek nehat kirin.

Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Bedlîsê Huseyîn Guzeldere der barê mijarê de agahî da û got, "Ev du sê meh in haya me ji rewşê heye. Kiryar, du kesên ji meletiyê derbasî mamostetiya çanda olî hatine kirin e. Gelek karên gemarî yên mîna şantaj û gefê hatine kirin. Hewldanên qanûnî hatin destpêkirin. Bûyer berê dihat zanîn û serî li qereqolan hatibû dayîn. Lê belê van qereqolan tiştek nekiribûn. Em ê bi parlamenterên HDP'ê re hevdîtinê bikin. Em ê bi Mizgîn Irgat re rûnên. Bi bikaranîna erka rêveberiyê ve êrîşa zayendî hatiyekirin. Êrîş li hemberî xwendekara zanîngehê û mamosteyên jin hatiye kirin. Berî sê mehan haya me jê çêbû û me lêkolîn dikir. Bi zorê kredî bi jinan dane kişandin. Me hewl dan  rewşê zelal bikin."

'WALÎTÎ DIXWAZE SER BÛYERÊ BINIXUMÎNE'

Guzeldere da xuyakirin, ku eger dozgerî bûyerê bi rengekî cidî lêkolîn bike, wê hemû qirêjî derkeve holê û got, "Walîtî got, gilî nehatiye kirin. Ev yek jî nîşan dide, ku hewl tê dayîn bûyer bê nixumandin. Walîtî û Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî îdîa dikin ku bûyer îftira û hewldana reşkirinê ye. Tê gotin, ji kesên ji nava rêveberiya AKP'ê jî di nava vê êrîşa zayendî de cih girtine. Divê bûyer ji her alî ve bê lêkolînkirin."