Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn de 18 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Metînayê de 18 dagirker hatin cezakirin û hêzên wan çûyîne ser 12 cenazeyên dagirkeran.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî, agahiyên berfireh parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi operasyonên şoreşgerî dikevin sala 46’emîn a partiya me PKK’ê. Gerîlayên me bi operasyonên şoreşgerî sala nû ya Partiyê û têkoşînê pêşwazî kirin û hêjayî meşa destanî ya nîv sedsalê ya PKK’ê bi ruhê fedayî têkoşînê geş dikin. Bi ruhê fedayî yê Apoyî, cesareta bilind, taktîkên dewlemend ên gerîlatiya modernîteya demokratîk û bi tarzê meşa ber bi serkeftinê ve derbeyên giran li artêşa dagirker dixe. Hêzên me li Metînayê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed pêk anî û 18 dagirker ceza kirin, gelek çek û kel û pelên leşkerî desteser kirin. Artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe vedişêre û medyaya şerê taybet tenê 3 windahiyên xwe îtîraf kirin. Lê hêzên me eşkere kirine ku çûyîne ser cenazeyên 12 dagirkeran û bi giştî 18 dagirker hatine cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahiyên berfireh dan:

Herêma Metînayê:

* 25’ê Mijdarê di saet 19.00’an de bi çekên ferdî mudaxeleyî helîkopterên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel hate kirin.

* 26’ê Mijdarê di saet 17.10’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel, Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed hate lidarxistin. Hêzên me ji 5 aliyan ve xwe berdan nava dagirkeran û bi vî rengî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed hate lidarxistin. Bi bombeyên dest û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Hêzên me li vir çûn ser cenazeyên 12 dagirkeran û eşkere kir ku hemû hatine cezakirin. Hêzên ku xwestin bi hewara dagirkerên di hedefa hêzên me de ve werin, ketin xefikê û bi rengekî bi bandor li wan hate xistin. Li vir jî 6 dagirker hatin cezakirin. Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed Sorxwîn de bi giştî; 18 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me li ser cenazeyên dagirkeran çekeke nîv otomatîk a BKC, bombeavêjek, 2 çekên ferdî MPT-55, 12 şarjorên çeka MPT-55, dedektorek, 2 durbînên çekan, telefoneke uyduya mezin, 2 telefon, durbuneke termalê, 2 powerbank, 4 baranparêz, 2 qapûte, yelekeke êrîşê, 5 çente, taximeke cilên leşkerî, kaskek, çenteyeke tenduristiyê, termosek, cotek lepik û 2 birek desteser kirin.

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed ji bo bîranîna hevrêyên me Baran Çirav, Binevş Vejîn û Amed Avesta ku fedayiyên pêşeng ên Operasyona Şoreşgerî ya Girê Hekarî ya 26’ê Mijdara 2022’an a li Metînayê bûn, hate lidarxistin.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

* 25’ê Mijdarê saet 12.00 û 16.00’an bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

* 25’ê Mijdarê saet 12:00 û 16:00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê hedef hatin girtin û gulebaran kirin û dagirkerek hate cezakirin.

* 24’ê Mijdarê saet 11:40 û 15:00’an bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

* 24’ê Mijdarê saet 15:40’an bi çekên nîvotomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derb li çeperek hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

* 24’ê Mijdarê saet 16:50’an bi çekên nîvotomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

* 25’ê Mijdarê saet 12:00’an bi çekên nîvotomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derb li çeperek hate xistin.

* 25’ê Mijdarê saet 15:45’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sûîqestê hedef hatin girtin û gulebarankirin. Li vir jî dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

* 24 û 25’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel a herêma Metîna du caran bi dronên bombebarkirî û du caran jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

* 25’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carek bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

* 24, 25 û 26'ê Mijdarê li herêma Gundê Bilindbazê, Gundê Bêbadê, Gundê Mîranê yên Garê 4 caran, herêma Gundê Şêlazê carek, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, herêma Xakurkê Ava Lolanê, herêmên Ava Lolanê û Goşînê yên Xakurkê du caran; bi giştî 9 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

* Herêmên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”