Di nava meha Cotmehê de 25 jin hatin qetilkirin

Di nava meha Cotmehê de li bajarên cuda, 25 jin hatin qetilkirin.

Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên ku serdestiya mêr xwedî dikin, dibin sedema cînayetên jinan.

Li gorî nûçe û daneyên ji saziyên çapemeniyê hatin berhevkirin, bi tenê di meha Cotmehê de 25 jin hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Bîanetê ve hatine berhevkirin; kiryarên 3 jinên hatin qetilkirin nehatin dîtin û hat îdîakirin ku 2 jinan xwe kuştine. Ji sedî 22 ê jinan, ji ber xwe xwestine cihê bibin yan jî bihevrebûn red kirine, hatine qetilkirin. Mêran di nava heman mehê de dest avêtin 15 jin û zarokên keç, bi 5 jin û keçan re bi zorê fûhûş dan kirin, 29 jin birîndar kirin, dest dirêjî 6 jin û zarokên keç kirin.

Ji sedî 59 ê jinan, ji aliyê hevser an jî hezkiriyên xwe, ji sedî 11 jî ji ber daxwaza bihevrebûnê red kirine, ji aliyê mêran ve hatine kuştin. 13 jin ji aliyê hevser, sê ji aliyê hezkirî, sê ji aliyê mêrên ku nexwestine pê re bin, yek ji aliyê hezkiriyê hevalê/a xwe, yek ji aliyê bavê xwe, yek ji aliyê zavayê xwe, yek ji aliyê hevserê xwe yê berê, yek ji aliyê birayê xwe, yek jî ji aliyê xezûrê xwe ve hatin kuştin.

LI HEMÛ BAJARAN QEWIMÎN

Bajarên jin lê hatin qetilkirin: Afyon, Enqere (2), Antalya, Dîlok (4), Erdexan (2), Artvîn, Aydin, Bolû, Edîrne, Eskîşehîr, Gîresûn, Stenbol (3), Îzmîr, Kirikkale, Kocaelî (2), Mersîn û Zongûldak."