BI DÎMEN

Di hefteye Çanda Jina Kurd de roja 3’emîn: Hunera Deq hat danasîn

Di roja sêyemîn a Hefteya Çanda Jina Kurd a ku bi boneya 8'ê Adarê li Berlînê tê lidarxistin, Hunera Deqê ya ku di kevneşopiya Kurdan de weke nîşandana hestan li bedenê tê nexşkirin hat danasîn.

Çalakiyên di çarçoveya Hefteya Çanda Jina Kurd de ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî ya li Berlîna paytexta Elmanyayê ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê lidarxistin, didomin.

Di roja sêyemîn a çalakiyan de êş, coş, hêvî, berket û hêza jinan hate sembolîzekirin û hunera kevneşopî ya Deq ku ji xêzên ku hestên xwe li bedena xwe dixemilînin pêk tê, hate danasîn.

Di vê çalakiya taybet de hunermenda Deqê Elû, wateyên kûr ên deqan ji mêvanan re vegot. Elû ragihand ku hunera Deq yek ji wan perçeyên grîng yê çanda Kurdan e xwedî paşerojeke bi hezaran salan e. Elû diyar kir ku li herêmên mîna Amed, Mêrdîn, Êlih, Mereş, Semsûr, Dersimê tê bikaranîn û wiha got: “Sedema van cudahiyan bawerî ne, pîroziyên baweriyên xwe li laşên xwe nexş dikin. Weke kevneşopî, motîfên deqê bi gelemperî ji xwezayê sûd werdigire û tecrûbeyên jiyanî û nasnameya kesan temsîl dike. Lê belê ji ber bandora serdema nûjen, hunera deqê jî guheriye û sêwiranên nûjen û razbertir derketine holê.”