Di doza Melek Karaaslan de girtin hatin redkirin

Di doza Melek Karaaslan de girtin hatin redkirin

Jina bi navê Melek Karaaslan ya 24 salî ya li navçeya Xemûr a Agiriyê ku ji aliyê hevserê wê û malbata hevserê wê ve 3 mehan di tuwaletê de hat girêdan û rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe dest da. Doza ku der barê bûyerê de hat vekirin pêk hat. Heyeta dadgehê girtina bersûcan red kir.

Melek Karaaslan ku di temenê biçûk de hat zewicandin û 8 salan rastî îşkenceyê hat jiyana xwe ji dest da. Der barê hevserê wê Ferdî Karaalan, bavê wê Kasim Levent, xwezurê wê Kutbettîn û xwesuya wê Naciye Karaaslan de bi dxwaza cezayê muebetê doz hat vekirin. Yekemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê pêk hat. VAKASUM a girêdayê şaredariya Wanê, VAKAD, Navenda Piştevaniya Jinê ya Maya ya Sixkê, odeya Tabîban a Agiriyê, Jinên KESK’î, baskê jinan a CHP, Meclisa Jinan a Bajar ya Konaka Îzmîrê, parêzerên Baroya Agiriyê, nivîskar Esra Çifçî û Mujgan Halîs tevli danişînê bûn.

Bersûc û parêzerên aliyan amade bûn. Piştî xwedina îdianameyê îfadeya bersûcan hatine girtin. Bavê Melek Karaaslan Kasim Levent, ji ber ku tirkî nizanibû bi hevkariya werger kurdî îfade da. Levent diyar kir ku keça wî ji aliyê hevser û malbata hevsera wê ve hat kuştin û ragihand ku bi dehan carî xwestiya kesa xwe bigire lê zavayê wî negirtiye hundir. Levent got herî dawî kurê wî ji Stenbolê hatiye û bi kurê xwe re keça xwe biriya nexweşxaneyê.

DI HEMAN NIVÎNÊ DE BIRÎN NEDÎTIYE!

Hevserê wê Ferdî Karaaslan îfade da û sûcdariyên ji bo xwe qebûl nekir û da zanîn hevsera wî ne li tuwaletê ligel wî diman. Dadger pirsa; “Te birînên wê nedît” pirsî û Karaaslan îdia kir ku wî birîn li nexwexaneyê dîtiye û îdiayên xwe wiha berdewam kir: “Melekê du salan ji min re jinitî kir. Ji ber ku zarokên wê mir psîkolojiya wê xera bû.” Karaaslan îdia kir ku ew bê sûce.

Xwezurê wê Kutbettîn Karaaslan jî îdia kir ku ew şivantiyê dike û mehê carê tê malê û sûcdarî qebûl nekir û got: “Dema hatim malê bûka min nexweş bû. Min ji kurê xwe re got bibe nexweşxaneyê. Ez bereata xwe dixwazim.”

Xwesuya wê Naciye Aslan jî ji ber ku tirkî nizanibû bi kurdî axivî û got ev îdia ne rastin û bêbextî li wan tê kirin.

PARÊZERAN DAXWAZA GIRTINÊ KIR

Piştî bersûcan, şahid axivîn. Doktroê nexweşxaneya Agiriyê Heval Bozdag, du polîs ji midûriyeta Xemûrê, ciran, keyayên gund tiştên dîtibûn vegotin. Doktor Heval Bozdag got birînên li bedena Melekê ne nû bûn û ji demek dirêj de mane.

Parêzerê wezareta polîtîkaya civakî û malbatî Ayşe Kaya jî got îfadeyên bersûcan rastiya wê tune û got ligel ku qerta kesk a malbatê hebû Melek nebirine nexweşxaneyê û xwest bersûc bên girtin.

Parêzerê Melek Karaslan jî got îfadeyên şahidan zelale û got bila bên girtin.

Piştî parastina parêzerê bersûcan Halîs Yaşar navber dan danişînê. Heyeta dadgehê ji ku sedema mirina tespît nebûye, daxwaza girtinê red kir û doz taloqî 23’ê çileya 2013’an.

TRAJEDIYEKE BÛKEK ZAROK

Melek Aslan di 16s aliya xwe de bi Ferdî karaaslan re tê zewicandin û rastî şîdeta hevser û malbata hevserê xwe tê. Melek di 18 saliya xwe de bi 30 derece sermayê de zarokê tîne dinê û zarok ji ber sermayê mirî tê dinê. Piştî vê bûyerê Karaaslan zêdetir şîdetê dibîne û aqlê xwe wenda dike. Karaslan diçe mala bavê xwe lê piştî demekê dîsa dişînin cem hevserê wê. Bavê wê Levet ji jiyana keça xwe bi fikare û gilî dike. polîs bi ser malê de digirin û dîbin ku jina ciwan li Tuwaletê girê dane. Bavê wê gilî dike.

Meleka ku ketibû 30 kîloyî , bedena wê rizyabû û birîn li bende wê vebibûn. Melek rakirina nexweşxaneya dewletê ya Agiriyê.

Melek rakirin Enqereyê û di 25’ê mijdara 2012’an jiyana xwe ji dest da.