Di çalakiya edaletê ya li Frankfûrtê de bêdengiya Ewropa hat şermezarkirin

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, jinên Kuerd çalakiya edaletê pêk anîn.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, jinên Kuerd çalakiya edaletê pêk anîn.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara duh li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Bokûnhaîme Warte destpê kir.

Jinan pankarta bi nivîsa "Me Komkujiya Parîs ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" vekirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin.

Di daxuyaniya li vê derê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan li Bakurê Kurdistanê dike. Di daxuyaniyê de bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hemû saziyên Ewropayê li pêşberî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hat şermezarkirin û ji bo çalakiya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin.

Jin wê roja Şemiyê saet di 14:30 de li ber HBF a Farnkfûrtê meşa 8'ê Adarê pêk bînin û banga tevlîbûna li vê çalakiyê kirin.