BI DÎMEN

Di çalakiya bersivdayînê ya YPJ’ê de 6 dagirker kuştin

Şervanên YPJ’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bersivdayînê lidar xist. Di çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin û baregera wan hate şewitandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ’ê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 3’yê Adarê li dijî barageheke artêşa dewleta Tirk a dagirker li gundê Şex Nasir ê girêdayî bajarê Minbicê, çalakiyeke serdagirtinê hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyê ev agahî hatin parvekirin:

 "Yekîneyên me yên Parastina Jin (YPJ) 3’yê Adara 2024’an di saetên şev de li dijî barageheke artêşa dewleta Tirk a dagirker ku li eniya Seyadê, gundê Şex Nasir ên girêdayî bajarê Minbicê çalakiyek serdagirtinê lidar xist û derbeyên giran li dagirkeriya Tirk hatin xistin.

Şervanên me bi awayekî profesyonel bi ser bargeha dagirkeran de çûn; destpêkê bi çekên navîn êrîşî dijmin kirin. Piştre ji mesafeyek 20 metreyan bi çekên ferdî li dijmin hat xistin. Şervanên me ketin baregehê û hejmarek cebilxane îmha kirin, beşek jî desteser kirin.

Di encama vê çalakiya bi bandor de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin. Şervanan tevahî baregeha artêşa dagirker ruxand û şewitand, doçkayeke 12,5 jî îmha kirin. Her wiha 2 kelaşnîkof, çekek buruno, cîhazek bêtêlê, telefon û nasnameyên çeteyên Tirk hatin desteserkirin. Di encama şewata derketibû de, li baregehê teqînek mezin çêbû, lê derbarê encamên teqînê de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.

 Piştî çalakiyê şervanên me bi ewle paşve kişiyan.

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarên me yên pêşeng yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdkirin, hatiye pêkanîn. Em hêzeke tolhildanê ne û em bi biryardariyeke bilind, di meşa xwe ye serfketinê de bi israr in. Wê tu êrîşên li ser jinên pêşeng, welat û destkeftiyên Şoreşa Jin a Rojava bê bersiv nemînin.”