Di binê çavan de êrîşa zayendî, li girtîgehê lêgerîna tazî!

Jinên bi navê Şîlan Çetîner û L.T. ên li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê di bin çavan de rastî êrîş û îşkenceya zayendî hatin, piştî ku hatin girtin ji Girtîgeha Rihayê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin.

Jinên bi navê Şîlan Çetîner û L.T. ên li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê di bin çavan de rastî êrîş û îşkenceya zayendî hatin, piştî ku hatin girtin ji Girtîgeha Rihayê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin.

Şîlan Çetîner a ku li Rihayê piştî çalakiya bombeyî ya li hemberî avahiya AKP'ê ya Navçeya Eyyubiye bi birîndarî hat binçavkirin, piştî ku 17 rojan li nexweşxaneyê ma, ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Piştî ragirtina li vê derê Çetîner hat girtin û tevî L.T. a 17 salî ya ji ber dozeke din li Rihayê hat girtin, sirgûnî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin. Jinên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, bûyerên di binê çavan û girtîgehê de bi serê Çetîner hatin, bi nameyekê ji ANF'ê re vegotin.

Di nameyê de hat ragihandin ku Çetîner di binê çavan de rastî îşkenceya zayendî hatiye û hat gotin, "Di binê çavan de zext û zor lê hat kirin ku li ser xwe û hevalên xwe îfadeyê bide û bibe îtirafkar. Dema ev qebûl nekir, destên wê ji pişt ve hat kelepçekirin, kîsekî spî xistin serê wê û ew daxistin qatê jêrê yê avahiyê. Îşkencekarên li benda wê bûn, kincê reş lê bûn û maskeya reş xistibûn serê xwe. Ev îşkencekarên kincên DAIŞ'ê lê bûn, Şîlan Çetîner a du fîşek di bedena wê de ye, bi awayekî destgirêdayî dan rûniştandin. Qumçokên gomlekê Şîlan vekirin û tehde dan hin cihên bedena wê. Dûre bihîn li organa wê ya zayendî dan û bi gotinên mîna 'tuyê nema karibe zêde bibe' heqaret lê kirin. Qundaxa çekê li serê wê dan, dûre lûleya çekê xistin devê Şîlan û bi kuştin û êrîşa zayendî gef lê xwarin. Di dema vê îşkenceyê de heqaret li Fîgen Yuksekdag xwarin. Îşkencekaran gotin 'Em DAIŞ'î ne, hûn dua ji polîsê Tirk re bikin' û gef xwarin."

Di dewama nameyê de hat ragihandin ku L.T. a 17 salî ya li naveçay Riha Wêranşarê di serdegirtina malan de hat binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê rastî îşkenceya fîzîkî û zayendî hat û hat gotin ku Çetîner û L.T. li deriyê Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ku piştî hatin girtin hatin sirgûnkirin, rastî îşkenceyê hatine.

Di nameyê de hat ragihandin ku zarokên mêr ên beriya demeke kurt li Rihayê hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatine û hat gotin, "Bêvila zarokê bi navê H. hatiye şikandin û sirgûnî Girtîgeha Zarokan a Sîncanê hat kirin. Li ser rûyê piraniya zarokên hatin binçavkirin, birînên cidî hene. Zarok sirgûnî girtîgehên Osmaniye, Sîncan, Alanya, Îzmîr Menemen û Sîncanê hatin kirin. Du ji vanv zarokan ji kobanê ne."

Girtiyên jin li hemberî vê rewşê banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî kirin û dan zanîn ku girtiyên ji doza MLKP, TKP/ML û PKK/PAJK'ê yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ev îşkenceya li jinan tê kirin û îşkenceya lêgerîna tazî bi lêdana li deriyan şermezar kirine.