Di berxwedana 14'ê Tîrmehê de Sara û Jina Kurd

Sakîne Cansiz a di Çileya 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin, yek ji berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bû. Endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes rola Cansiz a di berxwedana 14'ê Tîrmehê de vegot.

14'ê Tîrmehê, li dijî darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê roja destpêkirina Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a bi pêşengiya ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz e. Di dîroka PKK'ê de ev çalakî weke xaleke werçerxê ye. Lewma 14'ê Tîrmehê ji aliyê PKK'ê ve weke Roja Rûmetê ya Neteweyî hat îlankirin.

Di vê berxwedanê de girtiyên jin jî cihê xwe girtin. Navê ku bûye sembola berxwedana jinê jî; yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz yanî Sara ye, ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê bi du hevrêyên xwe re hat qetilkirin.

Bi wesîleya salvegera 14'ê Tîrmehê, endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes, berxwedana Sakîne Cansiz û girîngiya vê berxwedanê ji bo jinên Kurd ji ANF'ê re vegot.

Erciyes bi bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, yek ji sembolên vê berxwedanê Sakîne Cansiz û cangoriyên şoreşê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser wateya ruhê 14'ê Tîrmehê ji bo PKK'ê. Erciyes got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê di dîroka partiya me de xwedî cihekî mezin e. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin, ji bo Kurdistana şewitî û hat hilweşandin tê wateya 'ji nû afirandina ji xweliyên xwe'. Vê karaktera berxwedanê mora xwe danî binê dîroka PKK'ê."

'SARA SEMBOLA JINA BERXWEDANA ZÎNDANÊ YE'

Erciyes bal kişand ser cihê Sakîne Cansiz di vê xeta berxwedanê de û got, "Dema behsa 14'ê Tîrmehê tê kirin, di destpêkê de hevrêyên di vê berxwedanê de şehîd ketine tê bîra mirovan. Lê belê di vê demê de gelek hevrê hene ku li zîndanê beşdarî vê berxwedanê bûne. Ji aliyê hevrêyên jin ve hevrê Sara, sembola jinê ya wê pêvajoyê ye."

Erciyes bi van gotinan berxwedan û rola Sakîne Cansiz vegot: "Di wê demê de bi taybetî bi girtina kadroyên pêşeng ên rêxistinê re, hat xwestin ku rêxistin berî ava bibe, tine bibe. Tevî hemû îşkenceyên li zîndanan ji bo vê armancê hatin kirin, bi berxwedana li zîndanan re ev polîtîka hat pûçkirin.

Hevala Sara di tevahiya pêvajoya zîndanê de nikarîbû bipejirîne ku hatiye girtin. Ji ber mezinahiya wezîfeyên şoreşê, nikarîbû xwe li mayîna li zîndanê rabigire û her tim kete nava lêgerîna reva ji zîndanê. Her tim plana vê kir û kete nava hewldanan.

Ji bilî vê îşkenceyên giran hebûn. Ji sempatîzanan heta mirovên qet têkiliya xwe bi rêxistinê re nîne, her kes dihatin girtin. Di vê demê de her wiha di şexsê hin kesan de zexta xiyanetê dihat kirin. Li hemberî vê yekê hevrê Sara ji aliyekî ve hewl dida ji zîndanê bireve, li aliyê din jî li dijî îşkenceya dihat kirin, ket nava hewldanên çalakiyan. Ev lêgerîn li ser şêweyê çawaniya çalakiyeke rojiya mirinê bû.

Di pêvajoya 14'ê Tîrmehê de jî, dibe ku jinan yekser di nava vê çalakiyê de bi awayekî aktîf cih negirtin. Lê belê di şexsê jinan de berxwedaneke mezin hebû. Pêşenga vê berxwedana li koxûşa jinan li hemberî dijmin dihat meşandin, hevala Sara bû. Hevrê Sara ku çavkaniya hêz, moral û berxwedanê bû, ji bo hêzê bide hevalên xwe yên zehmetî dikişand, bi berpirsyarî radibû. Ji ber vê yekê hevrê Sara sembolek e."

'BI JIYAN Û KESAYETIYA XWE RE MÎNA SARA BISEKININ'

Erciyes anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji lehengên pêşeng ên berxwedana zîndanê Sakîne Cansiz weke lehengekê û xeta jinê ya azad dinirxîne û got, "Rêberê me di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku berxwedana hevrê Sara, karaktera bingehîn a PKK'ê ye. Ji ber vê yekê ji bo tevgera jinê bûye moral û hêza pêşengiyê. Hevrê Sara ya destpêkê bû. Bi karaktera xwe, bi îdîa û biryardariya xwe re ya yekê bû. Dema navê Sara tê bilêvkirin a destpêkê tê bîra mirovan ev in."

Erciyes da zanîn ku dema hînê li zîndanê bû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Sara ji bo jinan mînak nîşan dida û got, "Digot; 'Bi jiyan û kesayetiya xwe re mîna Sara bisekinin'. Di wê demê de hînê modeleke jinê ya azad derneketibû holê."

'JI BO PJAK'Ê HEVALA SARA HUCREYA BINGEHÎN E'

Emîne Erciyes, weke kesayetiyeke têkoşînê û sekneke jinê Sakîne Cansiz nirxand û got, "Hevala Sara ji bo her hevalên ew dîtine yan nedîtine manîfestoyeke. Lewma em dikarin vê bêjin; Ji bo PKK û PAJK'ê hevala Sara hucreya bingehÎn e. Çawa ku hucreya bingehîn reng û rewşa ruhberekî diyar dike, hevala Sara jî ji bo rêxistinbûYîna jinê, kesayeteke pêşeng a diyarker e."