Di aktîvîteya 8’ê Adarê ya li Wanê terora AKP’ê hat protestokirin

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Erdîş û Ebexê bi aktîvîteyan destpê kir.

Bi hezaran jinên di çarçoveya aktîvîteyan de li hev civiyan, qetlîam û dorpêç protesto kirin, bi hezaran jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

ERDÎŞ

Li Erdîşê starta 8’ê Adarê bi rêzeaktîvîteyên di pêşengiya KJA û Meclîsa Jinan a Şaredariya Erdîşê de hat dayîn. Di aktîvîteyên li Taxa Sahîlkent a Navçeyê de Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer, Hevseroka DBP’a Navçeya Erdîşê Hatîce Yildiz, Wekîla Hevşaredara Erdîşê Guler Avci, Endamên Meclîsa Jinan a Şaredariyê, aktîvîstên KJA û bi sedan jin cih girtin. Aktîvîte bi pêşendana berhemên jinan ên di atolyeyên girêdayî Şaredariya Erdîşê destpê kir, bi boyaxkirina bankan dewam kir.

Destpêkê nameya Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Erdîşê Seval Çadirci û Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncana Enqereyê girtî ne, hat xwedin, piştre Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Erdîşê Hatîce Yildiz axaftinek kurt kir. Yildiz, 8’ê Adarê pîroz kir, got wê têkoşîna jinan bigihêje serketinê.

‘EM RENGÊ JINÊ LI HER DERÊ BELAV DIKIN’

Piştre Hevşaredara Erdîşê Guler Avci axivî, bal kişand ser feraseta xwe dispêre nêrîna jinê, wiha got: “80 sal in, cara yekem li Erdîşê em hatin ser wezîfeyê. Êdî di şaredariya ku bi destê zilam tune hatibû hesibandin de rengê jinê jî heye. Hejmara personelên jin 2 bû, niha bûye 32. Em rengê jinê li her derê belav dikin.Xebatên me yên din jî têkîldarî jinê ne.”

Piştî axaftinan, girse bi dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” ve pêşendana wêneyan û berhemên jinan ên di herdu atolyeyên şaredariyê de hatin çêkirin geriyan. Aktîvîte, bi boyaxkirina bankan bi dawî bû.

EBEX

Li navçeya Ebex a Wanê jî roja 8’ê Adarê di pêşengiya KJA de hat pîrozkirin. Aktîvîte bi pêşendana Sînevîzyona li avahiya DBP’ê ya Navçeyê destpê kir û bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. 

Piştî pêşendana sînevîzyonê, li ber avahiya DBP’ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka DBP’ê ya Naçeya Ebexê Şîrvan Şahîn li ser navê jinan daxuyanî da, wiha got: “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin, tevahî hevalên xwe yên jin ên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”