'Di 25'ê Mijdarê de divê jin li ber terora AKP'ê rabin'

Berdevka Kongreya Star Siwed bi wesîleya 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kir, ku li dijî AKP a tecawizkar dagirker, li her qadê helwestê nîşan bidin û zextê li dewletên xwe bikin, ku helwestê li dijî dewleta AKP'ê nîşan bidin.

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwed, 25'ê Mijdarê ji ajansa me re nirxand. Siwed got, "Li Rojavayê Kurdistanê her roja bi têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê derbas dibe" û anî ziman, weke Kongreya Star ji bo bicihanîna vê wezîfeya xwe, ew di nava hewldanên berfireh de ne. Siwed got, "Niha hem ji aliyê hiqûqî, hem ji aliyê civakî, hem jî ji aliyê leşkerî ve têkoşîn tê meşandin."

HEWLDANÊN JI BO HEZMKIRINA QANÛNA JINÊ

Siwed da xuyakirin, ku yek ji mekanîzmayên Şoreşa Rojava ku weke tedbîr li dijî şîdeta mêr hatiye avakirin, Qanûna Jinê ye û qala karê xwe kir: "Ji bo afirandina Qanûna Jinê, ku di sala 2014'an de ket meriyetê, em gelekî têkoşiyan. Ev qanûn niha di meriyetê de ye, lê ji bo ji aliyê civakê ve were fêhmkirin û bicihanîn, em rojane têdikoşin. Em vê qanûnê weke mekanîzmayeke ku dikare pêşî li mayîndebûna exlaq û felsefeya azadîparêziya jinê di nava civakê de, dibînin. Lê hem di nava jinê de hem jî di nava mêr de zîhniyetên ku hê ev qanûn fêhm nekirine, zêde ne. Di vî warî de em karê perwerdeyê dimeşînin, nîqaşan dikin."

'EM LI HER QADÊ ÇALAK IN, LÊ TÊKOŞÎNEKE ROJANE DIVÊ'

Siwed da zanîn, jinên Rojavayî 25'ê Mijdara îsal bi rengekî hê çalak û rêxistinbûyî pêşwazî dikin, lê ew vê têrker nabînin û got, "Li Rojavayê Kurdistanê di nava hemû saziya û rêveberiya xweser a demokratîk de sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev heye. Lê belê ji bo mayîndebûna vê sîstemê û birêveçûna wê, weke jinên Rojavayî em timî têdikoşin."

Siwed destnîşan kir, eger bi rengekî rojane têkoşîn neyê meşandin, qanûna jinê jî hebe, sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev hebe jî, rewşa ku jin di nav de ye, nayê guhertin. Evîn Siwed wiha dewam kir: "Mînak; qanûnên jinê hene. Bi şoreşê û van qanûnan re şîdeta li dijî jinê, kuştina jinê kêm bûn. Lê belê em nikarin bêjin ku şîdet û kuştina jinê qet nîne. Li gorî dema bihurî kêm bûye, lê heye. Di heman demê de, em şîdetê tenê ji aliyekî ve nanirxînin. Li dijî şîdeta fîzîkî, ramanî, ruhî û hwd. û li dijî sîstema bi serdestiya mêr, em têdikoşin. Û vê têkoşîna xwe jî rojane dimeşînin."

'ARTÊŞA ME ŞÎDETA HOVANE DIŞIKÎNE'

Siwed gotina "Li cihê wekhevî hebe, artêş nîne" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û diyar kir, artêşbûna jinê ji bo afirandina wekheviyê ye. Siwed bal kişand ser vê perspektîfa xwe û got, "Li Rojava artêşeke me ya jinê heye. Hêza leşkerî ya vê yekê ji YPJ'ê pêk tê. Jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî û hemû jinên Rojavayî li dijî êrîşên terorê, weke artêşa jinê têdikoşin. Jinên ku heta niha li dijî hovîtiya DAIŞ'ê têkoşiyan e û bûne mînak ji cîhanê re, jinên Rojavayî ne. Gel hemû li cem jinên Rojavayî cih digirin û  têdikoşin. Jinên Rojavayî niha hêviya hemû jinên cîhanê ne." Siwed destnîşan kir, ku ev artêşbûna wan a jinê, bi qasî ku sîstema bi serdestiya mêr a hovane û şîdeta mêr bişikîne, bi xurtî têdikoşe.

'DI 25'Ê MIJDARA ÎSAL DE TERORA DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ JINAN Û CIVAKÊ DIKE'

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwed da xuyakirin, ku di 25'ê Mijdara îsal de jî li Rojhilata Navîn şerekî giran diqewime û  destnîşan kir, ku terora herî mezin a li dijî jin û civakê, dewleta Tirk e. Siwed got, "AKP hem li nava Tirkiyeyê, hem jî li Rojavayê Kurdistanê êrîşên mezin ên terorîstî dike. Di destPêkê de êrîşî Kurdan û jinan dike. Bi rengekî bê eman êrîşî jinên Kurd ên li Bakur dike. Her wiha bi qanûna destavêtinê re dixwaze vîna jinê bişikîne. Bi çeteyên xwe, ku li dijî Rojavayê Kurdistanê xwedî dike, dikeve nava hewldanên dagirkeriyê. Vê dagirkeriyê jî li dijî siberoja jinan û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê dike."

'JIN PÊŞENGIYÊ JI BERXWEDANA LI DIJÎ TERORA DEWLETA TIRK DIKIN'

Evîn Siwed da zanîn, jinên Rojavayî pêşengiyê ji berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk re dikin û endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Cindirês a Efrînê Fatma Silêman bibîr anî, ku ji ber êrîşên dewleta Tirk di 21'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da.

Siwed got, "Di vê demê de ku em 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin, dewleta Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Êrîşî Şoreşa Rojava dike ku şoreşeke jinê ye. Ev êrîş li dijî jinan û azadiya jinê ye. Lazim e hemû jinên cîhanê, di 25'ê Mijdarê de bibin dengê jin û civakên Rojavayê Kurdistanê, li her devera lê ne li ber dewleta Tirk a tecawizkar dagirker rabin û zextê li dewletên xwe bikin, ku helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bidin."