Di 2. Konferansa Jinê ya Cîhanê de peyamên berxwedan û piştgiriyê

2. Konferansa Jinê ya Cîhanê ya li Nepalê dewam dike. Jinên beşdarî konferansê bûn, pirsgirêkên jinan ên herêma lê dijîn, parve kirin.

2. Konferansa Jinê ya Cîhanê, ku li paytexta Nepal Katmandû tê lidarxistin, di roja pêncemîn de didome. 

Konferans bi civîna Civata Giştî re dewam dike. Ji rûniştina îro ya Civata Giştî re vê sibehê jinên ciwan hatin hilbijartin. Nûnerên rêxistinên jinên ciwan ên li welatên cuda, rewş û têkoşîna xwe vegotin. Di vê rûniştinê de ji Jinên Ciwan ên Azad Cansû Yûmûşak axivî. Yûmûşak ku ji Komkujiya Pirsûsê bi saxî rizgar bû, sedemên têkoşîn û berxwedana xwe bi beşdaran re parve kir. Yûmûşak da xuyakirin, ku divê jin tecrûbeyên xwe yên xweparastinê bi hev re parve bikin.

JINÊN ŞENGALÎ

Belqiz a 17 salî ya Şengalî ya li Elmanyayê dijî, rewşa jinên Êzidî yên li Şengalê ragihand. Belqiz da xuyakirin, ku gelek jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin û weke koleyan tên bikaranîn, li benda rizgarkirinê ne. Belqiz bal kişand ser berxwedana jinên Kurd a li Şengalê.

JINAN REWŞA LI HERÊMÊN JÊ HATINE VEGOTIN

Di konferansê de beşdaran ev mesaj dan:

"Yasmîna (Bosna)

Beriya 20 salan li Bosnayê şerek qewimî. Bi hezaran jin bûn qurbanê destavêtinê. Wê demê jî hatibû gotin, 'ji niha û pê ve ti carî ev tişt naqewime'. Lê hînê jî dewam dike. Em heman dîmenan îro li Sûriyeyê jî dibînin. Divê em bi vê hişmendiyê re tevbigerin. Platform, konferansên navneteweyî û parvekirinên bi vî rengî gelekî girîng in. Ji ber ku em dibînin ku em bi tenê nînin. Pêwîste em destketiyên xwe yên bi têkoşînê re qezenc kirine, biparêzin. Divê em bi ti awayî paş de neçin, her tim bi pêş de biçin.

Jonsî (Hîndîstan)

Piraniya nifûsa welatê me li herêmên bejahî dijiya, lê êdî koçberiyek ber bi bajaran ve heye. Para mêtîngeriya şîrketên pirneteweyan di vê rewşê de gelekî mezin e. Jinên ku bi cotkariyê debara xwe dikirin, bi pirsgirêka xizaniyê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku erdê wan ê bi sedan salan li ser jiyan e, ji dest tê girtin. Jin hene ku ji bo erdê xwe canê xwe feda dikin. Jin dixwazin qadên wan ên jiyanê aydî wan bin. Li hemberî dagirkeriya şîrketên pirneteweyan li ber xwe didin.

Naciye (Afganîstan

Li welatê min zêdeyî 30 sal in şere diqewime. Di raporên parzemînan de me dîtin ku pirsgirêkên me hevpar in. Lê rastiyên me yên xweser jî hene. Li Afganîstanê jin li her şêweyên şîdetê rast tên. Jinên ku hewîtiyê qebûl nakin, bêvila wan tê jêkirin, jina ku dixwaze bi evîndarê xwe re bizewice, bi keviran tê qetilkirin. Hêzên derve bi hebûna xwe ya leşkerî re qaşo hatin alîkariyê bidin me. Lê belê bi dehan artêşan nikarîbûn bi 30 hezar Talîbanan. Ji ber ku naxwazin Talîbanê têk bibin. Di şerê 30 salan de 1.5 mîlyon mirov mirin. 5 mîlyon mirov bûn penaber. Ji sedî 95 ê jinên Afgan bi xwendin û nivîsandinê nizanin. Divê ev konferans piştgiriyê bide jinên Afgan, dengê xwe bigihîne wan.

Fadîme Çelebî (Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst - Tirkiye)

Jinan di herikîna dîrokê de bi xurtî cihê xwe di nava têkoşînên sosyalîzmê de girtin. Lê belê ji tecrûbeyên dîrokî me dîtin, ku heta rêxistinbûyîna xweser a jinan nebe, têkoşîna sosyalîzmê jî nikare bi pêş de biçe. Jinan tevî têkoşîna çînî, her wiha şoreşeke zayendî, şoreşkee jinê afirandin. Em vê yekê li Nepalê, li Kurdistanê, li Tirkiyeyê, li herêmên din dibînin. Li welatê me desthilatdariyeke Îslamî heye. Ev 14 sal in hewl dide jiyanê li jinan teng bike. Tevgera ku herî zêde bi xurtî li dijî vê derdikeve, tevgera jinê ye."

PÊŞNIYARA KOMXEBATA NAVNETEWEYÎ

Her wiha Kordînatora Ewropayê Monîka Gaertner Engel jî di rûniştinê de axivî. Rûfind Xelef jî a ku li ser navê Kongra Star a li Rojavayê Kurdistanê tevlî konferansê bû, di axaftina xwe ya duh de diyar kiribû, ku divê rêxistinbûyîna jinê xwe bispêre bîrdoziya azadiya jinê. Monîka Gaertner Engel jî li ser bingeha vê nirxandinê pêşniyar kir ku di navbera du konfearnsan de komxebateke navneteweyî ji bo teorîzekirina pratîkên jinên cîhanê bê lidarxistin. Vê pêşniyarê piştgirî ji delegeyan dît.

...