Di 12. Festîvala Jinê ya Zîlan de 3 panel hatin lidarxistin
Festîvala îsal bi dirûşmeya "Li qadên xweseriyê, em têkoşîna azadiyê mezin bikin" tê lidarxistin, li Revîerpark a Dortmûndê dewam dike. Di 12. Festîvala Jinê ya Zîlan de di 3 platformên cuda de panel hatin lidarxistin.
ANF
DORTMÛND
şemî, 18 pûşperê 2016, 15:37
Festîvala îsal bi dirûşmeya "Li qadên xweseriyê, em têkoşîna azadiyê mezin bikin" tê lidarxistin, li Revîerpark a Dortmûndê dewam dike. Di 12. Festîvala Jinê ya Zîlan de di 3 platformên cuda de panel hatin lidarxistin.
Di panela zanîsta Jineolojiyê de weke qiseker jina aktivîst Zîlan Diyar û Komela Jinên Destan a Berlîn û di heman demê de jî nûerên Konfilikt/Friedens Forschung İnisiativie beşdar bûn.
Zilan Diyar di axaftina xwe de wiha got: “Zanîsta Jineolojiyê eger di civakê de cihê xwe girtibe, em dikarin ava bikin, di aliyê pratîkê de em dikarin bixin meriyetê. Zanîsta Jineolojiyê di esasê xwe de rexnedarî ye, sîstemê kirîtîze dike, xwe dispêre femînîzmê, ji mîtolojiya ol û zanîstê jî fêdeyê dibîne, esasê xwe hewza zanîstê ya şoreşa jinê ye. Herî bingeha wê ya saxlem têkoşîna jina Kurd e. Tecrûbeyên wê ne. Dîyalektîka hem pratîk hem jî teorîk e. Vê dixîne navendê, bi vê ve pêşketinê çêdike.”
ZANÎSTA JINEOLOJIYÊ ÇI YE?
Nûnera Saziya Jinên Destan a Berlînê jî di axaftinên xwe li ser têkoşîna jinên Ewropa û femînîzmê diyar kir ku têkoşîna jina Kurd a li Rojhilata Navîn ji rastiyê hilbûyî li her qadê dikare pêş bixîne û di warê zanîsta Jineolojiyê de gihiştine asteke pir girîng e.
NÊZÎKATIYÊN JINÊN CIWAN ÊN LI EWROPA YÊN DI WARÊ KAR Û AZADIYÊ DE
Di panela duyemîn de jî pirsgirêkên jinên ciwan ên li Ewropa dijîn hatin gotûbêjkirin. Pirsgirêkên zayendparêziya civakê û xebatên jinên ciwan ên Ewropa hatin nirxandin. Panela ku bi moderatoriya nûnerên YXK û Ciwanên Azad de hatin lidarxistin, têkoşîna jinên Rojhilata Navîn û Ewropayê anîn hemberî hev. Gotûbêjên azadiya li Ewropa û “Em weke jin li kû derê azadiyê ne” û bûyerên rojevê hatin nirxandin. Nirxandinên pir girîng ên li ser berxwedana jinên Cîhanê ya ku jinên Kurd pêşengtiyê dikin û her wiha der barê niha li Kurdistan, Rojava YPJ, Bakurê Kurdistanê YPS-JIN, jinên Kurd ên li Ewropa çawa dikarin bihêztir nûnertî û di warê pratîkî de xebatan bidin meşandin, hatin ziman.
XWEPARASTIN ÇIMA EWQASÎ GIRÎNG E?
Di panela herî dawî de jî di warê proje , bername û xebatên civakî yên Navenda Hevdîtana Jinê yaÛTAAMARA û Weqfa Jinên Azad agahî hatin dayîn. Nûnera Weqfê Gonul Kaya di warê xweparastina jinan a li Ewropa û praktîzekirinê de axaftin kirin.