Desteya Jinên Sûriyeya Azad ava bû

Di encama Konferansa Jinên Sûriyeya Demokratîk a duh li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê hat lidarxistin de, Desteya Jinên Sûriyeya Azad ava bû. Desteyê bang li hemû jinan kir, ku bi awayekî aktîf tevlî pêvajoya siyasî û çareseriyê bibin.

Di encama Konferansa Jinên Sûriyeya Demokratîk a duh li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê hat lidarxistin de, Desteya Jinên Sûriyeya Azad ava bû. Desteyê bang li hemû jinan kir, ku bi awayekî aktîf tevlî pêvajoya siyasî û çareseriyê bibin.

Konferansa Jinên Sûriyeyê ya ji bo Aştî û Demokrasiyê, duh bi beşdariya 72 delegeyên jin li bajarê Dêrikê, hat lidarxistin.

Konferans duh saet di 18.00 de bi dawî bû. Di dawiya konferansê de jinên delege (Ebîr Hesaf, Êlîzabês Gewriyê, Xensa El-Mehmûd, Rojîn Remo, Sîham Dawûd, Bêrîvan Ehmed, Emîna Emro û Şamîram Şamûn) civîneke çapemeniyê lidar xistin. Piştî civînê daxuyaniya bidawîkirina konferansê ji aliyê Ebîr Hesaf ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di nav rewşa aloz a ku Sûriye tê re derbas dibe û di dîroka 5’ê Sibata 2016’an de Konferansa Jinên Sûriyeyê ya ji bo Aştî û Demokrasiyê bi dirûşmeya 'Jina azad misogeriya Sûriyeya demokratîk e' hat lidarxistin. Di konferansê de zêdeyî 70 delegeyên jin ji rêxistinên siyasî, civakî û kesayetên serbixwe amade bûn. Armanc ji konferansê ew e ku hêz û îradeya jinan bê yekkirin, ku xebateke hevbeş a rola jinan a aktîf di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de misoger bike.

Di konferansê de biryara avakirina Desteya Jinên Sûriyeya Azad ji 11 endamên ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê hat avakirin. Deste bi amadekirina lidarxistina kongreya Jinên Sûriyeyê di nav 3 mehan de hat erkdarkirin. Ew ê di vê demê de, belgeyên pêwîst ji kongreyê re amade bike, bi jinên Sûriyeyê yên li hundir û derveyî Sûriyeyê re bikeve nav têkiliyan, komîteyek hiqûqî bê avakirin da ku reşnivîsa pêşniyarên qanûnên ku mafê jinan biparêzin bê avakirin (da ku ev qanûn di destûra Sûriyeya nû de cih bigirin.

Konferansê biryar girt ku belgenameyek siyasî ya ku mafê jinê yê tevlî pêvajoya siyasî û danûstandinan bibe bê derxistin.

Her wiha delegeyên konferansê li ser rûxandina sîstema desthiladar, avakirina Sûriyeya demokratîk, piralî, nenavendî û azad, parastina jina û xweparastina mafên rewa yên jinan e, li hev kir. Jinan banga serbestberdana jinên têkoşer ên dîlgirtî, avakirina zemînekî vegerandina koçberan û destpêkirina xebatên jinûve avakirina jiyanê û şikandina dorpêça herêmên dorpêçkirî, kirin.

Konferansa me peyameke zelal û eşkere ji raya gîştî ya navneteweyî û herêmî re ye, ku divê aloziya Sûriyeyê bi rêya siyasî bê dawîkirin û Sûriyeya demokratîk ku mafê jin û hemû neteweyan parastî, ye, bê avakirin.

Em bang li jinên Sûriyeyê dikin ku di yek refê de kom bibin û tevlî pêvajoya siyasî bibin. Her wiha bila jin destekê bidin Desteya Jinên Sûriyeya Azad bibin. Di vê çarçoveyê de em hêzên navneteweyî û herêmî li ser dûrxistina jinan ji pêvajoya çareseriyê rexne dikin."