Delhî careke din ji ber tecawizê rabû ser xwe
Delhî careke din ji ber tecawizê rabû ser xwe
Delhî careke din ji ber tecawizê rabû ser xwe
Li paytextê Hindistan Delhiya Nû ku di mehên borî de ji ber sedema tecawiza komî bûyeran rû dabû, bi îdîaya ku bûyerekî heman li dijî keçikekî 7 salî çêbû, qad dîsan zindî bûn.
Hate ragihandin ku, li Semta Mangolpûrî ya Delhiya Nû keçikek 7 salî li dibistanê hatiye tecawiz kirin û keçik rakirine Nexweşxaneya Sajay Gandhî. Piştî nûçe belavbû, qelebalixekî bihêrs li ber nexweşxaneyê kombû, bi polîsan re pevçûn û gelek wesayîtên derdora şewitandin.
Hate ragihandin ku, qelebalixa li ber nexweşxaneyê her ku diçe zêde dibe û pevçûnên di navbera protestovan û polîsan de didome.
Hate diyarkirin ku, li derdora dibistana keçik lê hatiye tecawizkirin ewlehiyek mezin hatiye girtin, hate ragihandin ku, têkildarî bûyerê mamostayên dibistanê û peywirdarên ewlehiyê têne lêpirsînkirin.
Di meha Kanûna borî de, jina ciwan di otobusê de rastî tecawiza komî hatibû û hatibû kuştin. Ev bûyer bibû sedem ku li welat hêrsek mezin çêbibe û bi rojan pevçûnan li Delhiya Nû berdewam kir.