BI DÎMEN

De Sanctis: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîneke navneteweyî heye

Sekreterê Giştî yê ANPI Fabrizio De Sanctis diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nêzîkatiyeke faşîst û terorîstî ye û got, "Li dijî şert û mercên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin divê têkoşîneke navneteweyî bê meşandin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 39 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Dewleta Tirk ku li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê ya taybet ava kiriye hem hiqûqa xwe ya navxweyî hem jî hiqûqa navneteweyî tine dihesibîne û hiqûqa dijminatiyê li ser Ocalan ferz dike. Şert û mercên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, di nava gelê Kurd û li qada navneteweyî dibe sedema nerazîbûnan.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Partîzanên Îtalyayê (ANPI) Fabrizio De Sanctis li ser tecrîda li Îmraliyê ji ANF'ê re axivî.

'TECRÎD ŞÊWEYEKÎ ZEXTÊ YÊ FAŞÎST Û TERORÎSTÎ YE'

De Sanctis anî ziman ku şert û mercên Abdullah Ocalan lê têne ragirtin ti carî nayên qebûlkirin û got, "Ev tecrîd şêweyekî zextê yê faşîst û terorîstî ye. Abdullah Ocalan lîdereke ku ji aliyê bi milyonan mirovî ve tê hezkirin. Par li Amedê bûm û min firsend dît ku bi gelek kesan û komeleyan re hevdîtinê bikim. Her kesî got, girtina Abdullah Ocalan tê wateya girtina tevahiya gelê Kurd. Ev tê fêhmkirin, ji ber ku eger hûn vê yekê li lîderê gelê Kurd bikin, gelo hûn ê li gelê Kurd çi nekin? Li gel tecrîdê zexteke giran li gelê Kurd tê kirin, tê kuştin. Divê ev hemû bi zimanekî zelal bên şermezarkirin. Nabe ku em kiryarên li Îmraliyê û yên li gelên Kurd têne kirin qebûl bikin, ji nedîtî ve bên. Ji ber van hemûyan divê hesab ji Tirkiyeyê bê xwestin."

'NABE KU CPT LI PÊŞBERÎ REWŞA METIRSÎDAR A LI ÎMRALIYÊ BÊDENG BIMÎNE'

Sekreterê giştî yê ANPI De Sanctis anî ziman ku weke ANPI wan ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re name nivîsandin, jê xwestin ku li hemberî şert û mercên Abdullah Ocalan lê tê ragirtin bikeve nava liv û tevgerê û got, "Mîna gelek saziyan me jî name ji Serokê CPT re şandin. CPT bersiv da me ku rewşa Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopîne. Di bersivê de ragihand ku komîteyê sala 2022'an serdana girtîgeha Îmraliyê kir û ji bo şert û mercên rewşa Abdullah Ocalan bêne guhertin wê zexta xwe dewam bikin.

Em ê jî dewam bikin ku agahiyê ji CPT werbigirin, ji ber ku CPT li gelek qadan kar dike. Lê belê helwesta xwe ya têkildarî rewşa Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê nayê qebûlkirin, ji ber ku mirov nikare li wê derê qala mafên mirovan, wekhevî û azadiyê bikin. Li girava Îmraliyê rewşeke metirsîdar heye. Ev yek ti carî nayê qebûlkirin."

'TECRÎD MESELEYEKE NAVNETEWEYÎ YE KU JÊ RE TÊKOŞÎN DIVÊ'

De Sanctis anî ziman ku divê Yekîtiya Ewropa û saziyên wê li pêşberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng nemînin, polîtîkayên wan ên têkildarî dewleta Tirk bêne guhertin û got, "Di mijara rewşa Abdullah Ocalan de ku bûye sembolek, divê em zexteke rasteqîn li Tirkiyeyê bikin. Em nizanin bê Birêz Ocalan sax e yan na. Bi salan e nikare malbata xwe yan jî parêzerên xwe bibîne, ev yek skandaleke navneteweyî ye ku bêdengî li hemberî vê nabe. Ewropa divê piştgiriyê bide tevgerên azadiyê û mafên bindestan û bi vî rengî polîtîkaya xwe ya navneteweyî biguherîne."

'BAZARIYÊN QIRÊJ DIKE KU EWROPA LI PÊŞBERÎ TIRKIYEYÊ BÊDENG BIMÎNE'

De Sanctis ragihand ku ji ber berjewendiyên aborî û jeopolîtîk ên Ewropayê, li pêşberî bêhiqûqiya li Îmraliyê helwesteke bêdeng tê nîşandan û got, "Peymana koçberan a bi Tirkiyeyê re hate kirin, dike ku Ewropa li pêşberî rewşa li Tirkiyeyê bêdeng bimîne. Yanî ya ku Tirkiye ji bo Ewropayê dike bi rastî jî karekî qirêj e. Ji vê jî wêdetir peymanên leşkerî yên bi Tirkiyeyê re hene. Berpirsyarên niha yên Yekîtiya Ewropayê ji hurmeta li mafê mirovan wêdetir girîngiyê dide berjewendiyan."

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE'

Fabrizio De Sanctis bal kişand ser girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelêw Kurd Abdullan Ocalan û got, "Birêz Ocalan ramangerekî gelekî girîng e. Gotinên wî yên ji bo wekheviya jin û mêr, hawirdorê û têkoşîna li dijî dewletê, fikrên wî yên siyasî gelekî girîng e. Lê belê heta ku girtî be wê nikaribe xwe bi temamî îfade bike. Ji bo mirovahî ramangerekî mezin ji dest nede divê azad bibe. Divê azad be; ji ber ku kiryarên li dijî wî sûcên li dijî mirovahiyê ne, sûcên siyasî ye. Li gel wî dixwazin fikrên wî jî dîlgirtî bihêlin. Lewma divê Ocalan azad bibe, fikrên wî azad bibe, divê bi rengekî azad karibe tevlî nîqaşên cemaweriyê bibe."