Di daxuyaniyê de, qetilkirina sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin hat bibîrxistin û hat gotin, "Kiryarên rastî yên vê komkujiyê, di sala çaremîn de jî hînê nehatine aşkerekirin."
Meclîsa Jinan a DBP'ê da xuyakirin, ku di salvegera Komkujiya Parîsê de li navçeya Şirnex Silopiyayê sê jinên Kurd, aktîvîstên jin Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir bi xwînxwarî û şêweyekî li dijî mirovahiyê hatin qetilkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em jin, em ê van komkujiyan ji bîr nekin. Ev komkujî, di şexsê yên jiyaneke însanî bi rêxistin dikirin de, li dijî mirovahiyê, li dijî berxwedêrên li hemberî zilmê, li dijî yên bi têkoşînê re hewl didan rûmeta mirovahiyê rizgar bikin, hatiye kirin."
'EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN, XWEDÎ LI RÛMETA MIROVAHIYÊ DERKEVIN'
Meclîsa Jinê ya DBP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Em dixwazin êdî ev pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li erdnîgarya me biqedin. Em bang li hemû jinan dikin, ku li hemberî zext û şerê li dijî gelên me, têkoşînê mezin bikin û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin."