DBP: Jin wê van gotinên Erdogan qebûl neke
DBP’ê nerazîbûn nîşanî Erdoganê da ku heqeret li jinên ew protesto kiribûn kir. DBP'ê bang li jinan kirin ku xwedî li HDP’ê derkevin.
DBP’ê nerazîbûn nîşanî Erdoganê da ku heqeret li jinên ew protesto kiribûn kir. DBP'ê bang li jinan kirin ku xwedî li HDP’ê derkevin.
DBP’ê nerazîbûn nîşanî Erdoganê da ku heqeret li jinên ew protesto kiribûn kir. DBP'ê bang li jinan kirin ku xwedî li HDP’ê derkevin.
Meclîsa Jinan a DBP’ê têkildarî heqeretên serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan yên li jinan kir de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku serokomarê ku ji kevneşopiya siyasî ya hikûmetê hatiye, hîna rêgeza ‘bêalîbûnê’ dibezîne û wek lîderê AKP’ê tevdigere û gotinên xwe yên zîhniyeta serdest ya mêr, roj bi roj derdixe asteke jor. Hat gotin ku hêrsa xwe ji hêza pêşeng a civakî jinan digire, ji partiya jinê HDP’ê digire.
DIVÊ AKP DEST JI GOTINÊN LI SER JINAN BERDE
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêveberên AKP’ê piştî wek hikûmet bûn desthilatdar, li ser beden, jiyan û jiyana jinan gotinan dibêjin. Lê divê êdî dest ji van gotinên xwe berdin. Jin dikarin bersivê bidin gotinên ku ji wan re tên gotin û bidin kesên li ser bedena wan polîtîkayê dimeşîne. Jinan duh li Îdîrê li AKP’ê bertekên xwe yên demorkatîk nîşan daye. Serokkomarê Tirk Erdogan li dijî van bertekên demokratîk gotinên wekê ‘Edebê min naxwaze tiştekî bêjim, tişta hatiye kirin, bêedebiye, bêexlaqiye.’ Ev jî nêzîkariya li hemberî jinê nîşan dide.
Di aliyê vê yê ku bi edebî û exlaqê bê îzahkirin nîne. Gotinên ji aliyê serokkomar ve hatine gotin, bi xofin. Ev ji aliyê jinan ve nayê qebûlkirin. Ev helwesta serokkomar helwestek cahîlaneye. Em bang li serokkomar dikin ku ji jinan lêborînê bixwaze. Em bang li jinan dikin ku xwedî li HDP’ê derkevin.”