Çalakiya Dayikên Şemiyê ya ku ji bo xizmên wan bên dîtin û kujer bên darizandin hatiye destpêkirin, di hefteya 589'an de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Di çalakiyê de wekî her hefteyê pankarta "Kujer diyar in, winda li kû ne" hat vekirin. Dayikan di çalakiyê de bal kişand ser rewşa Hûrşît Kulter ê ev 44 roj in ti agahî jê nayê girtin û xwestin aqûbeta Kulter û Ayten Ozturk a berî 24 salan hat qetilkirin, bê diyarkirin.
Çalakiya ku bi pirsa "Hûrşît Kulter li kû ye?" destpê kir, aqûbeta Ayten Ozturk a berî 24 salan li Dersimê hat binçavkirin û di bin çavan de bi êşkenceyê hat kuştin hat pirsîn. Dîsa qeyda deng ya ji hêla parêzerê Ozturk, Cîhan Soylemez ve hatibû şandin hat guhdarkirin.
Di çalakiyê de Evrîm Baykand daxuyanî xwend û da zanîn ku malbata Ozturk a li Dersimê dijî, li ser wan zexteke gelekî zêde heye û ev tişt got: "Fermandarê Alaya Jendermeyan a Dersîmê Mûstafa Sabrî Yazgankiran di sala 1992'yan de bang li malbata Ozturk û 3 keçên wan kir û li qereqolê gefên wekî 'Hişên xwe bidin serê xwe' li wan hat xwarin." Baykand eşkere kir ku piştî navnîşan û agahiyên nasnameyên wan ji hêla albay û endamê JÎTEM'ê Mahmût Yildirim (Yeşîl) ve tên girtin careke din agahî ji Ayten Ozturk nehat girtin."
Baykand herî dawî xwest hesab ji kujeran bê xwestin û aqûbeta Ozturk bê diyarkirin.