Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta Hûrşît Kulter kirin

Dayikên Şemiyê,li Qada Galatasarayê di hefteya 584. de di çalakiya rûniştinê de pirsa aqûbeta Rêveberê DBP’ê ya bajêr ê ku li Şirnexê hatibû binçavkirin kirin. Dayik Kerîme Kulter wiha got: “We lawê min bi saxî girtin, bi saxî li min vegerînin.”

Dayikên Şemiyê, çalakiyên xwe yên ji bo winda bên dîtin kujer û bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 584'an de berdewam kirin. Dayik disa li qada Galatasarayê kom bûn û pankarta "Faîl diyar in, winda li kû ne?" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de, pirsa Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter ê di 27'ê Gulanê de hat windakirin û hê jî agahî jê nayê girtin kirin. Dayikan ji rêveberên dewletê pirsîn û gotin Hurşit li kû ye?

MIKAIL KIRBAYIR: EM Ê LI SER PIŞTA WE BIN

Birayê Cemîl Kirbayir ê di 8'ê Cotmeha 1980'an de hat windakirin Mikail Kirbayir diyar kir ku 21 sal in ji bo dîtina birayê xwe di nava çalakiyên Dayikên Şemiyê de li Qada Galatasarayê dengê xwe bilind dike û wiha got: "Hişmendiya 12'ê Îlonê îro jî dewam dikin. Îro jî Hurşit Kulter winda kir. Lê, hêza wan têrê nake. Em destûrê nadin vê yekê. Em ê her dem li ser pişta wan bin.

Hevsera Fehîm Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin Hanım Tosun jî helwesta hikûmetê rexne kir û anî ziman ku dîsa welatî tên windakirin.

DAYIKA HÛRŞIT KERÎME KULTER: HETA KURÊ XWE BİBÎNİM EZ WÊ TÊBIKOŞIM

Dayika Hûrşît Kulter ku nekarîbû bê qada Galatasarayê dengê wê hat guhdarkirin. Kulter di qeyda deng de got "Dewlet derewan dikin. Kurê min ji ber têkoşîna xwe ya edaletê hat windakirin. Lê heta ez wî bibînim ez ê têbikoşim. Bila dayikên Kurd û Tirk dest bidin hev. Ew hêza me heye. Em dayikên Kurd ji vê yekê re amade ne."

LI SER NAVÊ WINDAYAN AYLIN TEKINER DAXUYANÎ DA

Aylîn Tekîner jî anî ziman ku 8 roj in agahî ji Kulter nayê girtin û pirsa Kulter kir. Aylîn, ani ziman ku şahidên binçavkirinê hene û ew ji jiyana Kulter bi fikar in. Aylîn, bang li rayedaran kir û xwest Kulter bi saxî teslîmî malbatê bikin.

...