Dayikên Şemiyê, li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê, bi wesîleya 8’ê Adarê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn. Di çalakiyê de, fezlekeyên têkildarî parlemeterên HDP’ê hatine amadekirin jî hatin şermezarkirin.

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza darizandina kiryaran cara 571. hatin cem hev. Dayikan pankarta "Kiryar diyar in winda li ku ne" vekirin li ser pankartê jî bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê wêneyên jinên ku di bin çavan de hatine qetilkirin bi cih kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî rahiştin wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin û qurnefîlan. Dayikan li aqûbeta xizmên xwe pirsîn û xwestin berpirsyar bên darizandin. 

'LI ŞÛNA FEZLEKEYAN DIGIRIN ROJEVA XWE KIRYARÊN ZAROKÊN ME BIBÎNIN'

Di çalakiyê de ewil dayika Murat Yildiz ê di sala 1995'an de li Îzmîrê hate windakirin Hanîfe Yildiz axivî. Yildiz bi bîranîna Sûltan Seçîk a ku hefteya bihurî jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir û gotina "ew ne Sûltana qesran Sûltana dilan bû" bi kar anî. Yildiz got ku Dayikên Şemiyê ev bîst sal in aqûbeta xizmên xwe dipirsin û bal kişand li ser fezlekeyên ku der barê parlamenterên HDP'ê de hatine amadekirin. Yildiz wiha got: "Dengê me nabîhizin lê ji bo fezlekeyên der barê parlamenterên HDP'ê de hatine amakirin dibêje ji dolaban di nava tozê de nehêlin. Li şûna ku fezlekeyan digirin rojeva xwe kiryarên zarokên me bibînin. Bidarizînin."

'EM Ê DERKEVIN QADAN Û HESAB BIPIRSIN'

Piştre hevsera Fehîm Tosûn ê di 1995'an de li Stenbolê hate windakirin Hanim Tosûn axivî. Tosûn got: "Bedenên tazî yên siyasetmedarên jin teşhîr dikin. Jinan di şer de qetil dikin. Ez kesên ku vî welatî bi rêve dibin nelet dikim." Tosûn di dewama axaftina xwe de got: "Em ê qadan vala nehêlin. Em ê derkevin qadan û ji kujeran hesab bipirsin."

Daxuyaniya hefteyî jî Leyla Kaya kir. Kaya diyar kir ku bi munasebeta 8'ê Adarê çalakiya vê hefteyê diyarî jinên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin kirine û navê jinên ku hatine windakirin xwend. Kaya anî ziman ku wekî di dozên din ên windayan de lêpirsînên hatine meşandin ji bo derxistin û cezakirina berpirsyaran nebû, yên ku winda kirin hatin parastin. Kaya destnîşan kir ku heta ku ji bo jinên hatine windakirin edalet pêk bê wê têkoşîna xwe bidomînin.