Dayikên Şemiyê : Heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîn!

Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta du kurapên hev Halîl û Kasim Alpsoy ên di sala 1994'an de hatin windakirin pirsîn.

 Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta du kurapên hev Halîl û Kasim Alpsoy ên di sala 1994'an de hatin windakirin pirsîn. Nebiyên Halîl Alpsoy ên li Qada Galatasarayê mezin bûn, diyar kirin ku heta ew hesabê ji kujeran nepirsin ew wê dest ji berxwedana qadan bernedin. Nebiyên bi navê Hêlîl û Eylem Alpsoy dan zanîn ku ji ber ku hesab nehat pirsîn, komkujiyên Cizîr, Sûr û Nisêbînê pêk hatin.

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo kujer bên darizandin û kesên hatin windakirin bên dîtin, di hefteya 581'î de li Qada Galatasarayê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" hat vekirin û çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiyê de Serokê Giştiyê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, û Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî piştgirî dan çalakiya dayikan. Di çalakiya vê hefteyê de çiroka zarokên bi navê Davut Altinkaynak (13) û Nedîm Akyon (16) ên berî 21 salan li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin windakirin û berî demekî hestiyên wan hat dîtin, hat vegotin.

'NEVIYÊN MIN LI VÊ QADÊ MEZIN BÛN'

Di çaliyê de aqûbeta kurapên bi navê Halîl û Kasim Alpsoy ên di sala 1994'an de hatin windakirin hat pirsîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser şerê li Kurdistanê jî. Hevjîna Halîl Alpsoy, Fîkriye Alpsoy der barê pêvajoya windakirina hevjînê xwe de agahî da. Alpsoy eşkere kir ku hevjînê wê bi îşkenceyê hatiye kuştin û wiha pêde çû: "Dê destê min di dinya din di qirika wan de be. Zarokên min li vê qadê mezin bûn, heta niqutkek xwîn di canê min de hebe, ez ê têkoşînê berdewam bikim."

'EZ HETA 12'Ê ŞEVÊ LI BENDÊ MAN'

Hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Erdogan Alpsoy jî der barê windakirina hevjînê xwe de agahî da û ev tişt anî ziman: "Ji qereqolê bangî hevjînê min kirin. Ez heta 12'ê şevê li benda wî man û min careke din jî ew nedît. Çi hat serê wî ez dixwazim hîn bibim. Heta ez der barê wî te agahiyan negirim, ez ê têkoşîna xwe bidomînim.

'JI BER ÎŞKENCEYÊ NEDIHAT NASKIRIN'

Di çalakiyê de Prz. Zeynep Ceren Boztoprak axivî û bal kişand ser windakirina Halîl Alpsoy û ev tişt got: "Halîl Alpsoy ê 37 salî di 12'ê Adara 1994'an de li navçeya Kanaryayê ya Stenbolê li gel hevjîna xwe hat binçavkirin. Fîkriye Alpsoy ji bo aqûbeta hevjînê xwe bipirse, diçe TEM'a Gayrettepe û memûrên li wir binçavkirina Alpsoy înkar dikin. Lê, piştî demekê cenzeyê Alpsoy Kirikkaleya ku 530 kîlometreyî dûr e, di daristanê de tê dîtin. Ji ber îşkenceyên dijwar cenaze nayê naskirin, xwişk û birayên wî ji birîna destê wî nas dikin."

'KASIM JI WÊ AVAHIYÊ DERNEKET'

Boztoprak diyar kir ku piştî Alpsoy tê binçavkirin, hefteyekî şûnde li Edeneyê Kasim Alpsoy tê binçavkirin Alpsoy dibin Dayreya Îstixbaratê ya Edeneyê û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Roja ku tê binçavkirin, êvarî wî berdidin û dest datînin ser nasnameya wî û ji Alpsoy re dibêjin 'Sibê were nasnameya xwe bigire.' Dema tê malê ji ber îşkenceyê li ser xwe nikare bisekine. Roja din ji bo nasnameya xwe bigire diçe avahiya MÎT'ê. Xizmên wî tevahiya rojê li ber derî disekinin. Lê, Kasim Aksoy careke din ji wê avahiyê derneket."

BI ERDOGAN RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ

Boztoprak eşkere kir ku hevjîna Kasim Alpsoy Leyla Erdogan Alpsoy di sala 2011'an de bi serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin pêk aniye, lê heta niha der barê aqûbeta Kasim û Halîl Alpsoy de ti hewldan bi pêş neketine.

Boztoprak, herî dawî da zanîn ku ew ê der barê dosyaya Kasim û Halîl Alpsoy de lêkolînên xwe berdewam bikin û ji bo kujer bên darizandin çi ji destê wan bê wê  bikin.

Di çalakiyê de xwişka Hasan Ocak Medîse Karakoç axivî û da zanîn ku ew wê di çarçoveya Hefteya Kesên di Binçavan de Hatine Windakirin a Navneteweyî de di navbera 17-31'ê Gulanê de bi şîara "Edalet li kû ye, windahiyên me li kû ne" li Enqereyê bin. Her wiha hat gotin ku wê di 19'ê Gulanê de ji bo bîranîna Hasan Ocak û Ridvan Karakoç li Mala Cemê ya Gaziyê bên gel hev û banga tevlibûnê kir.

Çalakî bi bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi dawî bû.