Dayikên Şemiyê: Em li cem Ozgur Gundemê ne

Dayikên Şemiyê di lêgerîna xwe ya edaletê de destek dan Ozgur Gundemê. Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û ji bo fail bên darizandin lêgerîna xwe ya edaletê didomînin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 595'an de li Qada Galatasarayê aqûbeta xizmên xwe pirsîn û xwestin kujerên zarokên wan bên cezakirin. Di çalakiyê de wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kesên din piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê de dayika aqûbeta Mehmet Ertak ê di 20'ê Tebaxa 1992'yan de li Şirnexê hatibû binçavkirin û hatibû windakirin pirsî.

Birayê Hasan Ocak ê berî 21 salan hat binçavkirin û windakirin, Alî Ocak axivî û bal kişand ser zextên li dijî çapemeniya azad û ragihand ku ew heta dawiyê li gel Ozgur Gundemê û nivîskar Asli Erdogan in.

Kurê Mehmet Ertak ê di 20'ê Tebaxa 1992'yan de li Şirnexê hat binçavkirin û windakirin Servet Ertak axivî û eşkere kir ku ew wekî civak di pêvajoyeke bi êş re derbas dibin û bang li tevahiya hêzên serdest kir ku êdî bes zerarê bidin mirovahiyê.

Piştî axaftinan daxuyaniya hefteyê ji hêla Mukaddes Şamîloglu ve hat xwendin û der barê Ertak de ev tişt got: "Ertak, bi 3 hevalên xwe re dema diçû kar hat binçavkirin. Birina wî ya Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ji hêla şahidan ve jî tê zanîn. Lê, binçavkirina Ertak hat înkarkirin."

Şamîloglu destnîşan kir ku endamê JÎTEM'ê yê wê demê Murat Îpek di îtirafên xwe de eşkere kiriye ku Ertak ji hêla Midûrê Polîsan ê Şirnexê Necatî Altuntaş û Midûrê Şaxa TEM'ê Mehmet Kaplan ve hatiye binçavkirin û ev tişt got: "Ji ber hiqûqa navxweyî bi dawî bû, doz ji hêla Tahîr Elçî ve birin DMME'yê û Tirkiye hat mehkûmkirin."

Şamîloglu herî dawî bang li dewletê kir ku aqûbeta Mehmet Ertak bê eşkerekirin û kujer bên darizandin.