Dayikên Şemiyê: Divê hikûmet dev ji polîtîkayên xwe yên şer berde
Dayikên Şemiyê, di lêgerîna edaletê ya hefteya 596. de aqûbeta Tolga Baykal Ceylan pirsîn. Di çalakiyê de bang li hikûmetaê hate kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yên şer bînin.
Dayikên Şemiyê, di lêgerîna edaletê ya hefteya 596. de aqûbeta Tolga Baykal Ceylan pirsîn. Di çalakiyê de bang li hikûmetaê hate kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yên şer bînin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 596'an de li Qada Galatasarayê aqûbeta xizmên xwe pirsîn û xwestin kujerên xizmên wan bên ceza kirin. Di çalakiya vê hefteyê de dayikan bal kişand ser aqûbeta ciwanê bi navê Tolga Baykal Ceylan û xwestin aqûbeta Ceylan bê aşkera kirin. Çalakiya ku pankart jî hatibûn vekirin de wekîlên HDP'ê Huda Kaya, Dîlek Ocalan, Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û helbestvan Sezaî Sarioglu jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Di çalakiyê de destpêkê birayê Ekrem Bîlgîn yê di 12'ê Îlonê 1994'an de li Dîkmena Enqereyê hat binçavkirin û careke din ti agahî jê nehat girtin, Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgîn diyar kir ku ew gorên xizmên xweyên bi îşkenceyê hatine qetilkirin dixwazin û aşkera kir ku li welatekî bê demokrasî de nayên jiyan kirin."
DÎLEK OCALAN: HEVREJIYAN BI EDALETÊ PÊKAN
Wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan jî destnîşan kir ku ew ji bo qêrîna xizmên windayan bidin bihîstin li vir in û aşkera kir ku li welatekî ku edalet lê tune be, hevre jiyan jî pêk nayê. Ocalan got ku ne tenê ji bo gelê kurd, divê ji bo hemû gelan edalet û wekhevî hebe û xwest dest dest ji şatitiyan bê berdan.
CEYLAN: WINDABÛNA KURÊ MIN NE BUYEREKE EDLÎ YE
Dayika xwendekarê bi navê Tolga Baykal Ceylan ê berî 12 salan li navçeya Îgneada ya Kirklarelî hat windakirin, Kadriye Baykal Ceylan jî diyar kir ku buyera windakirina kurê wê wekî "buyereke edlî" girtina dest nayê qebûlkirin.
'KURÊ MIN LI KÛ YE?'
Dayik Ceylan anî ziman ku cendirme Altan Apak kurê wê girtiye wesayîta xwe û biriye Qereqola Îgneadayê lê li vir teslîmî kê kiriye negotiye û wiha axivî: "12 sal in weke dayikeke li kurê xwe digere ez dipirsim; kurê min li kû ye? Çima aqûbeta kurê min nayê aşkerakirin?"
Piştî Ceylan daxuyaniya hefteyê ji aliyê Esra Erkoç ve hat xwendin. Koç anî ziman ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê îxtidar ji bo ku dewletê li gorî daxwaza xwe ava bike ketiye nava hewldanan, nehiqûqiya ku tu kes xwe di ewlehiyê de hîs nake tê belavkirin û ev rewş jî welat ber bi krîzê ve dibe. Koç wiha axivî: "Îxtidar dixwaze îlankirina OHAL'ê veguherîne girtina rojnameyan, rojnamger, akademîsyen û nivîskaran jî kar bavêje, bigire. Binçavkirinên derveyî qeydê, bikaranîna salonên sporê wekî navenda binçavkirinan, desturê nade kesên di bin çavan de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, zêdebûna îdiayên îşeknecê dema darbeyan tîne bîra mirov."
'REWŞA AWARTE RAKIN'
Koç di berdewamê de wiha got: "Em bang li hikûmetê dikin; dewlet di dema rêvbeeriya awarte de jî mecbûr e ku mafê jiyanê yê mirovan biparêze, darizandina adîl pêk bîne, cudakariyê neke, azadiya bawerî û ramanê yê hemû kesan biparêze. Rewşa Awarte ji hikûmetê re ye; dev ji polîtîkayên şer û xwînê diafirîne berdin û polîtîkayên aştî, demokrasî û mafên mirovan esas bigirin. Ji bo ku welat di nava rewşa şîdetê de derkeve gavên aştiyê bavêjin."
RAPORA MECLÎSÊ: BÛYERA WINDABÛNA NORMAL
Koç destnîşan kir ku xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Tolga Baykal Ceylan ê di 10'ê tebaxa 2004'an de hate binçavkirin û carake kin jê agahî nehat girtin, dayik Kadriye Ceylan serî li gelek cihan daye, li kurê xwe geriyaye lê li her derê bi xemsariyê rû bi rû maye. Koç bilêv kir ku di 2004'an de di çarçoveya dosyaya ku Dozgeriya Demîrkoyê daye destpêkirin de di 2006'an de biryara "neşopandinê" hatiye dayîn û wiha got: "Di 5'ê sibata 2011'an de Serokwezîrê wê demê Erdogaan bi Dayikên Şemiyê û rayedarên Komeleya Mafên Mirovan ve hevdîtin pêk aniyê û di 9'ê sibata 2011'an de ji bo aqûbeta Tolga Baykal Ceylan bê lêkolînkirin di bin banê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de komîsyoneke jêr hatiye avakirin. Piştî 4 mehan komîsyonê rapor weşandiye û di raporê de tespîta 'komîsyona me di vî merhaleyê de, di encama nirxandina daneyên heyî de tespît kiriye ku Tolga Baykal Ceylan di bin çavan de nehatiye windakirin lê ji ber ku heta niha bi malbatê re ti têkîlî daneyniye ji ber ve yekê jî ev yek divê wekî bûyerekî normal a asayîşê bê dîtin.' di raporê de hatiye gotin ku ji ber ku nebaldariya di karên edlî de di malbatê de fikar derektiye holê."
Koç anî ziman ku nakokiyên di dosyaya Tolga Baykal Ceylan de 12 sal in nehatine ronîkirin, pirsên dayik Ceylan bêbersiv mane û aqûbeta Ceylan di tarişê de hatine hiştin.
Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê bi dawî kirin.