Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 582'yan de aqûbeta Nezîr Acar ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 582'yan de aqûbeta Nezîr Acar ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 582'yan de aqûbeta Nezîr Acar ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin lêgerîna edaletê berdewam dikin. Çalakiya ku ev 582 hefteye li Qada Galatasarayê didome, dayikan pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne?" hat vekirin û daxwaza edaletê hat kirin. Di çalakiya dayikan de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefetyê de aqûbeta welatiyê bi navê Nezîr Acar ê di sala 1995'an de li naveçya kerboranê ya Mêrdînê hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn.
'BI SÛCÊN XWE RE HEVRÛ BIN'
Di çalakiya vê hefteyê de birayê Hasan Ocak ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin, Alî Ocak axivî. Ocak diyar kir ku lêgerîna wane edaletê 21 sal e didome û ev tişt hat gotin: "Me di 17'ê Gulanê de Hasan dîtibû, em dixwazin di kesayetiya Hasan Ocak de dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe."
Xwişka Mehmet Şahîn Maltu yê di sala 1995'an de li Êlihê di bin çavan de hat windakirin, Perîhan Maltu diyar kir ku ew bi salan e têkoşînê didomîn in û dixwazin hestûyên birayê xwe bibîne.
Birayê Nezîr Acar ê di sala 1992'yan de li navçeya Kerborana Mêrdînê di bin çavan de hat windakirin Salih Acar jî nameyek ji çalakvanan re şand. Acar diyar kir ku ew ji bo birayên xwe bibîbînin, serî li hemû riyan dane û wiha pêde çû: "Dema me ji qereqolê pirsî, bersiva 'Ne li gel me ye, me ew negirtiye, herin ji PKK'ê bipirsin' dan me."
BULDAN: KUJERAN DIPARÊZIN
Di çalakiyê de Pervîn Buldan jî axivî û Hefteya Windayan a Navneteweyî ya di navbera 17 û 31'ê Gulanê de pêk tê bi bîr xist û eşkere kir ku ew şopdarê vê riya edaletê ne û wiha pêde çû: "Hesabê ji kujeran pirsîn, ji bo kujer bên darizandin em wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Berdin vîna siyasî kujeran darizîne, îro ji bo wan derxe paqijiyê li rêbazan digere."
'BERPIRSIYARÎ YA DOZGER E'
Metna çapemeniyê ya der barê windakirina Nazîr Acar de ji hêla aktîvîsta mafê mirovan Bîhter Meral Pacci ve hat xwandin. Pacci diyar kir ku Acar di 8'ê Nîsana 1992'yan de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatiye binçavkirin û piştre tu agahî jê nehatiye girtin û ev tişt hat gotin: "Halîl û Celîle Acar ên ku pirsa Nezîr kirin, hatin binçavkirin û ew birin qereqolê. Serbazê qereqolê gefên wekî 'Me çawa kurê te kuşt em wê tejî wisa bikujin' li Halîl Acar xwarin. Ji ber zextan malbat neçar man koçî Hezexê kirin. Halîl Acar ji ber gefan herî dawî di 28'ê Mijdara 2015'an de serî li Serdozgerê Komarê da. Lê dozger di 16'ê Çileya 2009'an de diyar kiribû ku ne pêwîst e lêpirsîn bê destpêkirin, li ser bûyerê dabû girtin. Dozgerên ku li ser bûyerê dan girtin, berpirsiyarê kuştina Acar in. Bila aqûbeta Acar ê ku ev 24 sal e tê veşartin, bê eşkerekirin."
Çalakî bi bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi dawî bû.