Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

Dayikên Şemiyê di 592. çalakiya xwe ya rûniştinê de aqûbeta Kenan Bîlgîn ê 22 sal berê hatibû binçavkirin û windakirin, pirsîn.

Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun îro bû "Nûçegihana dildar" a ji bo piştevaniya çapemeniya azad hatiye destpêkirin û li Buroya DÎHA'yê ya Stenbolê bû nûçegihana dildar. Hanim Tosun, hevsera Fehîm Tosun ê di 19'ê cotlena 1995'an de li Avcilarê ji aliyên kesên bi bêtel û çekdar ve bi wesayîta Renaultê ve hate revandin û hate windakirin e. Kmu muzîkê ya navdar a U2 têkîldarî windakirina Tosun di 1997'an de li ser qapaxa albuma ku derxistibûn nivîsa "Fehîm Tosun ê li Tirkiyeyê hate windakirin ji bîr neke" nivîsandibûn. 

Nûçegihana me ya dildar Hasin Tosur ji bo ajansa me nûçeya Dayikên Şemiyê ya ku her hefte bi dayikan re kom dibin û aqûbeta windayan dipirsin, dixwazir kiryar bên darizandin li Qada Galatasarayê cara 597'emîn hate lidarxistin şopand. 

ÇAPEMENIYÊ ELEQEYEKE MEZIN NÎŞAN DA

Tosun a çalakiya Dayikên Şemiyê şopand rasti eleqeyeke mezin a çapemeniyê hat. 

Hanim Tosun a hestên xwe bi gotina "Têkoşîna Dayikên Şemiyê ji bo DÎHA'yê şopandin xeyala min a herî mezin bû. Îro ev xeyala min pêk hat" anî ziman nûçeya ku nivîsandiye wiha ye:
" Dayikên Şemiyê ku pankarta 'Kiryar diyar in inda li kû ne' vekirin wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin hilgirtin. Parlamenterên CHP'ê Sezgîn tanrikulu, Seroka EMEP'ê Selma Gurkan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn ê ku di 12'ê îlona 1994'an de li Enqereyê hate binçavkirin û windakirin hate pirsîn.

Di çalakiyê de ewil kurê Abdullah Canan ê di 17'ê çileya 1997'an de hate binçavkirin û windakirin, Tayîp Canan axivî. Canan got ku lêgerîna wan a maf tê astengkirin û wiha axivî: 'Her hefte rojên şemiyê nehiştin em rûnên. Ji bo vê jî ewlehî kirin hincet. Heke tu wekî dewletekî ewlehiya me pêk neynî ez ê ji îxtidara te bikevim gumanê.' Canan bal kişand li ser mîtîngên 'demokrasiyê' yên piştî hewldana darbeyê jî û nirxandina 'heke hûn li Tirkiyeyê demoksariyê dixwazin, kiryaran bibînin.'

'ARMANCA BINÇAKIRINAN WINKARINBÛ'

Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de di binçavan de hate windakirin, Îrfan Bîlgîn jî anî ziman ku 22 sal in li Qada Galatasarayê rûdinên û aqûbeta birayê xwe dipirsin. 
Bîlgîn destnîşan kir ku dewlet yên di bin çavan de bi zanebûn winda dike û wiha got: 'Vî dewletê wisa ji rêzê mirov bin çav nekir û winda nekir. Armanca binçavkirinan windakirin bû.' Bîlgîn got ku birayê wî dema li Meletiyê hatiye binçavkirin jê re gotina 'vê carê tu bi saxî xilas bûye lê careke din xilas nabî' bi kar anîne û wiha dirêjî da axaftina xxwe: 'Bi rastî jî piştî saleke li Enqereyê hate binçavkirin û me careke ji wî agahî negirt.' Bîlgîn anî ziman ku ew dixwazin ku kiryarên windayan bila derkevin û bibêjin 'me kiriye' û wiha berdewam kir: 'Bila ji me re bibêjin li kû winda kirine, bila cih bibêjin ez ê li ser navê xwe wan efû bikim.' Bîlgîn got ku ew ê pey kiryaran bernedin û hesab bipirsin. 

Welatiyê bi navê Ercan Aktaş ê ku dema Kenan Bîlgîn di bin çavan de bû bi wî re bû jî anî ziman ku li Enqereyê bi Kenan Bîlgîn re di bin çavan de bûne û dema ku dîtiye Kenan Bîlgîn ji ber îşkenceyê nedakarî bimeşe. 

Şahidekî din ê bi navê Cavît Nacîtarhan jî wekî Aktaş diyar kir ku li Enqereyê dema di bin çavan de bû Bîlgîn dîtiye û wiha axivî: 'Çîrokên van wêneyên ku em di destên xwe de digirin hemû wek hev in. Hemû hatin binçavkirin û windakirin hê jî ji wan agahî nehatiye girtin.'

Di çalakiyê de daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên Şemiyê Umît Tekaydîşlî xwend û got ku Kenan Bîlgîn li Dîkmen a Enqereyê di rawestgeha otobusan de hatiye binçavkirin, bi Bîlgîn re 10 kesên din jî hatibûn binçavkirin, 9 kes derxistina dozgeriyê lê emniyetê binçavkirina Bîlgîn û Cavît Nacîtarhan qebûl nekiriye. piştre binçavkirina Nacîtarhan hatiye qebûlkrin, derxistine dozgeriyê.

Tekdeyîşlî anî ziman ku emrê dayika Bîlgîn Fîncan Bîlgîn têre nekiye ku kurê xwe bibîne û nirxandina "Xeyala wê ya xwe gihandina Kenan divê ji bo me hemûyan bibe peywira mirovahiyê."