Dayîkên Şemiyê aqubeta jinên hatin windakirin pirsîn
Dayîkên Şemiyê aqubeta jinên hatin windakirin pirsîn
Dayîkên Şemiyê aqubeta jinên hatin windakirin pirsîn
Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya heftane da aqubeta jinên hatin windakirin pirsîn û çalakiyan xwe yadî wan kirin. Dayîkên Şemiyê diyar kirin ku, heta winda tên dîtin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 415'emîn li Qada Galatasarayê bi pankrata "Kiryar diyar in winda li kû ne" û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê yadî jinên di bin çavan de hatin windakirin, kir.
Di çalakiyê de destpêke jinbira Abdurrahman Coşkun ê ku di binçavan de hate windakirin Mukaddes Coşkun axivî û bal kişand ser 8'ê Adarê û wiha got: "Min dixwast bêjim roja me ya jinan pîroz bibe lê ez nikarim bêjim. 18 salin Hediye Coşkun li birayê xwe digere û ne cejn û ne jî roja jinan pîroz dike. Min hêj keniya jinên me nedîtiye."
Coşkun anî ziman ku, li Amedê di 8'ê Adarê de ji ber îşkenceya polîsekî jin zaroka wê li ber çû û wiha axivî: "Li welatekî wisa de roja jinan dibe. Ez 26 salî me. Min hêj li herêmê jinên kenîn nedîtin e. Bila êdî tu kes girî û ne mire. Em ew zarok ji bo dewlet di îşkenceyê de bikuje mezin nekirin."
'DAYÎK DÊ ÇAWA 8'Ê ADARÊ PÎROZ BIKIN'
Birayê Nurettîn Yedîgol ê di binçavan de hate windakirin Muzaffer Yedîgol jî wiha got: "Dayîkekî bi salene kurê wê windaye dê çawa roja jinan pîroz bike." Yedîgol, anî ziman ku daxwaza Dayîkên Şemiyên peydakirina hestiyên zarokên wan in û wiha axivî: "Qet fikirîn ku daxwaz dayîkan tenê hestiyên zarokên wan ên hatin windakirin e? Heke li cem wan ew wijdan hebe dê êşên me parve kiriban. Dayîka min 86 saliye hêj li hestiyên zarokê xwe digere. Cejn û roja me ya jinan tuneye. Em dixwazin kiryar bên darizandin."
'EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
Birayê Ridvan Karakoç ê ku di 20'ê sibata 1995'an de di binçavan de hate windakirin Hasan Karakkoç jî bal kişand ser rapora komîsyona Qilebanê amade kir û bertek nîşanî rapora got, "nebi zanebûn" da û wiha got: "Mirov hinek şermê ji xwe dike. Gelo ev mirov ji rondikên dayîkan şermê nakin? Şermê ji pora Dayîka Berfo ya sipî nakin. Wan li Roboskiyê 34 can diyar me kirin em jî leneta dayîkan diyarî wan dikin. Heke yên ev yek kirin mirov bin dê êşên dayîkan bi dawî bikin."
Seroka Gişitî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniya heftgeyî xwend û çîroka Ridda Yavuz ê ku di 15'ê tebaxa 1992'yan de li Mêrdînê hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin vegot. Yuksekdag diyar kir ku, berpirsiyarê yekemîn ê windakirina Yavuz Musa Çîtîl e û lê di derbarê Çîtîl de tu karên zagonî nehatin destpêkirin û wiha got: "Weke hikûmetên din hikûmata AKP'ê jî mudaxele li dadê kir û kiryar parastin û biryarên DMME'yê li ber çavan nehatin girtin. Em dayîk û bavên şemiyê heta windayê me yê dawî tê dîtin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin."