Dayikên Şemiyê aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn

Dayika Kulter peyam ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê şand û wiha anî ziman: “Em hemû li canê xwe digerin. Hûn, ên li wir jî wekîlên me ne. Ji bo ku Hûrşît bê dîtin tişta ji destê we tê bikin. Kurê min bibînin.”

Dayikên Şemiyê vê heftyê bal kişand ser 6 welatiyên di sala 1993'yan de hatin binçavkirin û ew birin 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan û diyar kirin ku îro jî heman fermandarî dixwaze Rêveberê DBP'a Şirnexê Hûrşît Kulter di bin çavan de winda bike. Dayika Kulter, Kerîme Kulter ji çalakvanan re peyamek şand û wiha got: " Em hemû li canê xwe diger in. Hûn, ên li wir wekîlên me ne. Ji bo ku Hûrşît bê dîtin tişta ji destê we tê bikin. Kurê min bibînin.”

Dayikên Şemiyê, di hefeya 586'an de li Qada Galatasarayê aqûbeta xizmên xweyên winda pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Di çalakiyê de wekî her carê pankarta "Kujer diyar in, Winda li kû ne?" hat vekirin û wêneyên kesên winda hatin ragirtin. Her wiha di çalakiyê de tîşortên "Hurşît Kulter li ku ye?" ji hêla Dayikên Şemiyê ve hatin xwekirin.

Çalakliya ku Wekîlên HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Fîlîz Kerestecîoglu, Pervîn Bûldan û wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Hunermend Ferhat Tûnç jî piştgirî dan çalakiya dayikan. Xizmên windyan bal kişandin ser windakirina 6 welatiyên ku di 14'ê Hezîrana 1993'yan de li gundê Gorumlu ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê û xwestin kujer li kû ne bila bên cezakirin.

Di çalakiyê de dayika nûcegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe axivî. Tepe eşkere kir ku ew 586 hefte ne xizmên xwe yên winda digerin û hat xwestin kujer bên darizandin.

Birayê Suleyman Cîhan ê di serdema 12'ê Îlonê de di bin çavan de bi êşkenceyê hat kuştin, Ahmet Cîhan axivî û got ku qêrîna li Qada Galatasarayê radibe, qêrîna dayikan e û eşkere kir ku dewlet vê qêrînê nabihîse.

BÛLDAN: LI ÊŞAN ÊŞÊN DIN ZÊDE KIRIN

Wekîla HDP'ê Pervîn Bûldan jî axivî û bal kişand ser rewşa Kulter, diyar kir ku 23 roj in ew agahî ji Kulter nagirin. Boldan diyar kir ku bi salan e êşê bi xizmên windayan didin kişandin û xwest kujeran derxin peş darazê.

'DOZGER NAÇIN FERMANDARIYA TUGAYÊ'

Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû di axaftinên xwe de rewşa Kulter û rêveberên HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di sala 2001'an de li de hatin windakirin bi bîr xist û ev tişt got: "Em wê demê çûn herêmê û me bi îsrar xwest ku dozger biçe Fermandariya Tugayê, lê dozger neçû, heke biçûya wê îro rewşa Kulter bi vî şeklî nebûya."

'ÊŞÊN ME WEKÎ HEV IN'

Dayika Hurşît Kulter, Kerîme Kulter ji çalakvanan qeyda dengê xwe wekî peyam şand û ev tişt got: "Em hemû canên xwe digerin. Hûn wekîlên li wir in. Ji bo Hurşît bê dîtin çi ji destê we tê bikin. Kurê min bibînin."

Dîsa hevjîna Mehmet Salîl Demîrhan ê di 14'ê Hezîrana 1993'yan de li gundê Gorumlu ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat windakirin, Zeynep Demîrhan nameyek şand û name ji hêla Meryem Guktepe ya ku xizmê xwe windakiriye ve hat xwendin. Demîrhan di nameya xwe de diyar kir ku sal derbas bin jî ew ê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bike.

Daxuyaniya hefteyê ji hêla Mesîde Ocak ve hat xwendin. Ocak xwest ku aqûbeta Kulter ê ku ev 23 roj in winda ye, Kulter bê eşkerekirin.