Dayikên li Dersîmê Dayika Fatma ziyaret kirin
Bi wesîleya Roja Dayikan jinan li Dersîmê Dayika Fatma ziyaret kirin.
Bi wesîleya Roja Dayikan jinan li Dersîmê Dayika Fatma ziyaret kirin.
Li Dersîmê komek ji jinan, bi wesîleya Roja Dayikan bi pêşengiya KJA û MEYA-DER'ê Dayika Fatma ziyaret kirin û find vêxistin. Jinên berê xwe dan ziyaretgeha Dayika Fatma ji aliyê polîsên Tirk ve bi awayekî kêfî hatin sekinandin û nasnameyên wan hatin kontrolkirin.
Di çalakiya li ziyaretgeha Dayika Fatma bi wesîleya Roja Dayikan hat lidarxistin de Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn, endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îzmîr, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Zahîde Besî, nûnerên MEYA-DER'ê, endamên KJA û dayikên şehîdan amade bûn. Di çalakiyê de lenet li çeteyên Qesrê hat anîn.
Fadîme Ertûgrûl ji ANF'ê re axivî û got, "Bi wesîleya Roja Dayikan em hatin serdana ziyaretgeha Dayika Fatma û me lokma belav kirin. Dayik hemû rondikan dibarînin, em Roja Dayikan pîroz nakin. Em heqê xwe li Qesra ku rondikê me dibarîne, helal nakin."
Sakîne Kilan got, "Em êdî şer naxwazin, bila mirov bes bimirin" û wiha axivî: "Me gelek êş kişand, êdî bes e. Êşên gelekî mezin bi me dayikan dan kişandin. Tevî her tiştî jî em bi fedekarî û hêviyê li hemberî wan sekinînin. Em ê îro jî bi serbilindî li hemberî wan bisekinin. Em ê ti carî mîrateya zarokên xwe ji bîr nekin û radestî neviyên xwe bikin."
Hanim Yildiz jî got, "Her cara roj hilat em ji bo zarokên xwe dua dikin. Em îro jî li gel Dayika Fatma ne. Bila Xizir bi zarokên me re be, hêzê bide zarokên me."
Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Makbûle Tûlga bal kişand ser êşên dayik dikişînin û got, "Xwezî zimanê van çiyan hebûya û êşên hatine kişandin vegota."
Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn jî got, "Em hêviyên xwe ji dest bernadin, ji ber ku mirov bi hêviyê dijîn. Em jî tevî her tiştî hewl didin bi hêviyên xwe bijîn. Em îro li diyarê Dayika Fatma duayên xwe dikin. Em dixwazin mirov nemirin û di nava azadiyê de bi hev re bijîn. Ji ber ku em jiyana bi hev re esas digirin, em têdikoşin. Em têkoşîna xwe bidomînin. Dayikan lehengên mezin anîn dinyayê, lewma ewqasî ji wan ditirsin. Ev lêgerîna azadiyê wê bidome."
Piştî axaftinan, jinan bi zaravê Kirmanckî klam gotin û ji ziyaretgeha Dayika Fatma derketin.