Dayikên Aştiyê: Heta ku Ocalan azad bibe em ê li ber xwe bidin

Dayikên Aştiyê, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Ocalan a 40’emîn li dar xistin. Dayikan, qirkirina Şengalê jî lenet û şermezar kirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, di hefteya 40'emîn de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo Mutabaqata Dolmabahçeyê careke din bê sazkirin, li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakî pêk anîn. Ji ber biryara OHAL'ê hêzên dewletê xwestin çalkiya dayikan asteng bikin lê dîsa jî dayikan çalakî pêk anî û aşkera kirin ku ew wê destûrê nedin şer.

'JINÊN ŞENGALÊN NE TENÊ NE'

Dayika Aştiyê Husniye Baykara bal kişand ser komkujiya li dijî jinên êzidî pêk hat û diyar kir ku mafê her gelî heye ku li gorî mafên xwe bijîn û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê lanet kir.

'HETA RÊBERTIYA ME AZAD NEBE...'

Daxuyaniya hefteyê ya ji hêla Dayika Aştiyê Saniye Delîbaş ve hat xandin de, berxwedana li dijî komkujiya Şengalê hat silavkirin û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Delîbaş diyar kir ku divê demek ji ya din zûtir Ocalan bigihêje azadiya xwe û ev tişt got: "Heta Rêbertiya me negihêje azadiya xwe em wê li vir çalakiya xwe berdewam bikin."

Dayika Aştiyê Reyhan Akgul jî destnîşan kir ku komkujî hêj berdewam dikin û aşkera kir ku heta Ocalan negihêje azadiya xwe wê komkujiyên li dijî kurdan jî berdewam bikin.

Piştî daxuyaniyên ku hat dayîn, dayikan demekî çalakiya bêdengiyê da dewam kirin, lê ji ber helwesta polîsan Dayikên Aştiyê çalakiya xwe zûtirî bi dawî kirin.