Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê , girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Guleten Kişanak û Firat Anli li gel Berdevak a Demê ya KJA’yê Leyla Akat Ata bi daxuyaiya çapemeniyê şermezar kir. Nafiye Çelîk a di daxuyaniya Dayîkên Aştiyê de axivî wiha got: “Bi darbeya qeyûmê dest danîn ser şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin. Em ji tank, top û qeyûmên Serokkomar qet natirsin.
Nafiye destnîşan kir ku li gel Gulten û Ayla ne û wiha anî ziman: “Em xwedî li vîna gelê Amedê derdikevin.” Bal kişand ser yekîtiya jinan.
Nayîfe herî dawî jî wiha got: “Em weke dayîk her demê me aştî xwestiye. Lê tim bi kuştin û qirkirinê bersiv dan. Dûr yan nêzîk hûnê hesabê van qirkirinan bidin.”