Dayikên Aşitiyê tecrîda Îmralî protestokirin

Dayikên Aşitiyê ku dixwestin tecrîda Îmralî li Stenbolê protesto bikin ji aliyê polîsên Tirk ve hate astengkirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya navenda xwe ya Fatihê kom bûn. Polîsên Tirk çalakiya dayikan asteng kirin.

Endama Meclîsa Dayikan Behiye Duman diyar kir ku ew bi boneya salvegera komkujiya Roboskî 34 welatiyan bi bîr tînin û ji ber ew Kurdbûn hatin kuştin û wê qet û qet Roboskiyê ji bîr nekin. Duman berpirs û fermandarên komkujiyê jî şermezar kir.

Duman bi domdarî got li Tirkiyeyê mafê jiyanê û azadiya xweîfadekirinê tê asteng kirin û wiha domand; “Rojhilata Navîn ji bo sînorên nû veguheriye gola xwînê. Ev şerê qirêj li ser zarokên dayikan tê birêvebirin. Ev rewş endîşeyê dide me hemûyan. Em dayik bedelên giran ê vî şerê qirêj didin. Tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan tê kûrkirin. Heke pêvajoyek diyalogê li gel cenabê birêz Abdullah Ocalan bê kirin wê pêşiya pêvajoyê vebe. Ev ji aliyê her kesî ve tê aşkerekirin. Tevî ku her alî vê yekê jî dizane tu gav nayê avêtin. Brêz Leyla Guven û gelek girtî bi daxwaza rakirina tecrîdkirinê di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên Guven û girtiyan daxwazên milyonan e. Em dibêjin demildest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û em ê bibin dengê girtiyan.”