Dayikên Şemiyê, ji bo birayên Orhan di çalakiyê de bûn

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo birayên Hasan û Mehmet Selîm Orhan û biraziyê wan Cezayîr Orhan ê ku hestiyê wî jî nehatiye dîtin li hev civiyan.

Dayikên Şemiyê di hefteya 686’an de di çarçoveya çalakiya "Berpirs diyar in, winda li kû ne" li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikan di çalakiyê de pankarta "Berpirs diyar in, winda li kû ne" ya wêneyên windayan li ser heye vekirin û laçika spî û qurnefîl danîn ser pankartê. Dayikan di ve hefteyê de berpirsê Hasan û Mehmet Selîm Orhan ên di 24'ê Gulana 1994'an de li Pasûra Amedê hatin windakirin û di 2003'an de hestiyên wan hatin dîtin pirsîn. Dayikan dîsa aqûbeta biraziyê wan Cezayir Orhan pirsîn û xwestin demek berî demekê aqûbeta wan ronî bibe.

EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN

Di çalakiyê de ewil Hevsera Maksut Tepelî yê di 2'ê Sibata 1984’an de hat windakirin, Şehriban Tepelî axivî. Tepelî, diyar kir ku piştî hevserê wê hat binçavkirin birin Navenda Polîsan a Gayrettepe li wir îşkence lê kirin. Tepeli, anî ziman ku rayedarên dewletê diyar kirin ku hevserê wê kuştine û li Goristana Helvacı Dede ya Ferîkoyê defin kirine û wiha got: "Her gorek xwedî nasname û hejmarekê ne. Lê rayedarên dewletê hejmar û cihê gorê ji mere nabêjin. Ji ber ku hestiyê wî wê bibe delîla gelek rastiyan vedişêrin. Ger ku naxwazin em bêjin 'Qatil dewlet e' divê cihê hestiyan diyar bikin."

Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995’an de hatin windakirin, Maside Ocak jî bal kişand ser 17-31'ê Gulanê Hefteya Windayên Di Binçavan de ya Navneteweyî û wiha got: "23 sal in em li Qada Galatasarayê li windayan digerin. Me li vê qadê bêrîkirin û hesret mezin kir. Me li vê qadê heskirin, bêrîkirin û êşên xwe nivîsand. 23 salin em li vir in. Lê di milê edaletê de tiştek nehat guhertin."

Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî diyar kir ku windakirin polîtikaya dewletê ye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) jî tev li vê polîtîkayê bûye.

'JI BÎR NEKIN'

Mirovên Şemiyê û Seroka Şaxa TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe jî bal kişand ser hefteya Windayên Destgirîkirî û wiha got: "Ger ku em vê bê edaletiyê wisa qebûl bikin şerma herî mezin e. Ji hemû beşên civakê dixwazin em vê yekê wisa qebûl bikin. Bê divê hemû beşên civakê vê yekê ji bîr nekin, fêr nebin û bêdeng nemînin.

LEŞKERÊN TUFAYA KONANDOYÊN BOLÛ HEMÛ XANÎ ŞEWITANDIN

Efe di hefteya 686’an de encama dosyaya biraziyê Orhan ên tu encam ji hiqûqa Tirkiye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) nestenine bi raya giştî re parve kir. Efe got: “Di 6'ê Gulana 1994'an de Yekîneya Leşkerên di bin Fermandariya Tugaya Bolu Komando Yavuz Erturk bi ser gundê Çaglayan a Pasûra Amedê de girtin. Gundî ji malên wan derxistin û li nava gund kom kirin. Hemû mal şewitandin. Piştî leşkeran xanî û gund şewitandin 3 roj destûr dan gundiyan ku gund terk bikin. Lê gundî çûn li dorê kon vedan û li konan bi cih bûn. Roja din Salîh Orhan û çend gundiyên din çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pasurê û xwestin heta çandiniyê xwe biçinin û kom bikin li gund bimînin. Fermandarê Cendirmeyan ê Pasûrê Alî Ergumez destûr da heta paletiyê. Malbata Orhan konên xwe li ber xaniyên xwe yên hatin şewitandin vedan. Leşkerên Fermandariya Komandayên Bolû di 24'ê Gulana 1994'an de dîsa bi ser wan de girtin. Vê carê Selim ê 46 salî û Hasan ê 40 salî û Cezayir Orhan ên 17 salî destgîr kirin û birin. Piştre hatin winda kirin.

Piştî lêgerîna salan cenazeyê Mehmet Selim û Hasan Orhan di sala 2003'an de hatin dîtin. Lê cenazeyê Cezayir Orhan jî hê jî ne diyar e. Em dixwazin aqûbeta Cezayir Orhan ê hê 17 salî bû hat windakirin bê ronîkirin.