Dayikên Şemiyê: Ji ber ku hesab nayê pirsîn, dîrok dubare dibin

Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Recep Îkîncîsoy ê ji aliyê hêzên dewletê ve hate destgîrkirin û piştre ti agahiyek jê nehate girtin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji ber şewba koronayê çalakiya xwe ya 798’an li ser medyaya dijîtal kir. Vê hefteyê li aqûbeta Recep Îkîncîsoy ê 16’ê Tîrmeha 1980’ê ji aliyê hêzên dewletê ve hate destgîrkirin û piştre ti agahiyek jê nehate girtin pirsîn.

Xwişka Îkîncîsoy Ayşe Îkîncîsoy got: “Bavê min pir li Recep geriya. Bavê min niha ketiye ser doşekê. Ev ji bo me bû derdek. Hê jî em lê digerin û çavê me li rê ye.”

Sevserokê Giştî ya ÎHD’ê Ozturk Turkdogdu jî axivî û got: “Maf ê we nîne hûn vê êşê li malbatekê bidin jiyîn. Divê bi teqez hûn bidin nîşandan bê ka Recep li kû hatiye veşartin.”

Ji Mirovên Şemiyê Mûkaddes Şamîloglû daxuyaniya vê heftê da û got: “Divê hesab ji kiryaran bê xwestin. Heta ku Tirkiye hevrûyê vê nebe û hesab nede, bûyerên ku berê hatin jiyîn wê îro jî deam bike.”

Şamîloglû wiha çîroka Îkîncîsoy vegot: “Recep Îkîncîsoy ê 18 salî, li Amedê li gel malbata xwe dijiya. Nîjanî bû, di nava amadekariyên dawetê de bû. Dema ku zextên giran li ser Amedê hebû, Recep Îkîncîsoy tim ji aliyê polîs û kesên cilên reş li ser ve dihate şopandin û tehdîtkirin. Berî ku winda bibe, ji aliyê polîsên sivîl ve hewl hatibû dayîn bê revandin, xwe avêtibû mala xizmekî xwe ku nêzî cihê bûyerê wilo rizgar bûbû. 16’ê Tîrmeha 1980’ê Recep ji bo fitarê hate mal. Piştî fitarê berê xwe da dikana xwe perdeyan ku pê debara xwe dikir. Saet 23:00’an de dema vedigeriya mala xwe, ji aliyê 3 polîsên sivîl ve li ser agahiya şahidan li cihekî nêzî mala wî bi zorê li wesayîtê siwar kirin û birin. Cîranê ku şahidî ji vê re kir agahî da malbatê. Bav Salîh Îkîncîsoy di serî de serî li emniyet û dozgeriyê û hemû saziyên eleqedar da. Lê hemû serlêdan bê encama ma. Ji Recep ê înkar kirin ku destgîrkiriye êdî ti agahiyek nehate girtin.”