Dayîka Berfo cara dawî li Qada Galatasarayê bû
Dayîka Berfo cara dawî li Qada Galatasarayê bû
Dayîka Berfo cara dawî li Qada Galatasarayê bû
Rêveberên ÎHD'a Stenbolê û Dayîkên Şemiyê ji bo Dayîka Berfo li Qada Galatasarayê merasima cenazê pêk anîn. Dayîka Berfo ku duh jiyana xwe ji dest da 33 salan ji bo dîtina kurê xwe Cemîl Kirbayir yê di bin çavan de hat windakirin bi têkoşînê derbaz kir. Keça Berfo Fatma Kirbayir diyar kir ku, daxwaz û wesiyeta dayîka wê pêk nehat û bi gotina "Kurê min kurê min" jiyana xwe ji dest da. Fatma Kirbayir da zanin ku, gelo Serokwezîr û Rayedarên dewletê dengê wê bihîstin? bertekên xwe anîn ziman.
Dayîka Berfo ku 33 salên xwe bi têkoşîna ji bo dîtina kurê xwe Cemil Kirbayir derbaz kir, duh li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Îro ji bo Dayîka Berfo li Qada Galatasarayê bi tevlîbûna rêveberên ÎHD'ê û Dayîkên Aştiyê merasim hat amadekirin. Merasim li Qada Galatasarayê ku her hefte Dayîkên Şemiyê û Dayîka Berfo ku her hefte ji bo winda bên dîtinû aqûbeta windayan bipirsin çalakî tê liraxistin pêk hat.
Di merasima cenazeyê dayîka Berfo de Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umit Efe, hunermend Ferhat Tunç, Parlamenterê DTP'ê yê berê Akin Bîrdal û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Di merasimê de wêneyê Dayîkê Berfo û kurê wê Cemîl Kirbayir bi qurnefîlan hatin xemilandin. Xizmên Dayîka Berfo di merasimê de bi zorê pi ser piyan rawestiyan û pir xemgîn bûn. Di merasimê de xizmên windayan axaftin kirin.
'WÊNEYÊ KU DE BILIND DIKIR EM DÊ BILIND BIKIN'
Xizma windayan Hanim Tosun, axivî û wiha got: "Dayîka Berfo em dê heta dawî doz û tekoşîna te berdewam bikin. Em dê kesên destbixwîn bibînin û darizînin. Dayîka Berfo em soz didin te ku winda ne bêxwedi ne. Em dê hesab bipirsin."
Xwişka Kenan Bilgin yê hatiye windakirin Îrfan Bîlgîn jî axivî û wiha got: "Li welatekî bifikirin ku ew welat dayîkê bi hestiyê kurê wê razî dikin. Ez bang li Dayîka Berfo dikim û dibêjim Ew wêneyê ku te bilind dikir û hembêz dikir êdî em dê himbêz bikin û Têkoşîna te berdewam bikin. Ew kesên ku te tif bikiriba ruyê wan em dê tif bikin ruyê wan. "
Birayê Nurettin Yedîgol Muzaffer Yedigol jî wiha got: "Ji ber windakirina Dayîka Berfo em pir xemgîn in. Serokwezîr Erdogan soza ku hestiyê kurê Dayîka Berfo bibîne da. Em dîsa bang li Serokwezîr Erdogan dikin û dibêjin gelo ji bo windayên din bên dîtin tu li benda mirina dayîkên dine? Dayîka Berfo gotibû heta hestiyê kurê min neyên dîtin min defin nekin."
Keça Dayîka Berfo Fatma Kirbayir jî bertek nîşanî Erdogan da û wiha got: "Daxwaz û wesiyeta dayîka min pêk nehat. Dayîka min bi hesreta dîtina kurê xwe çû. Bi gotina kurê min kurê min û jiyana xwe ji dest da. Gelo Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Dewletê ev yek bihîstin?
Kurê dayîka Berfo Mikail Kirbayir jî diyar kir ku, dayîka wî ji bo kurê xwe bibîne têkoşînek mezin da, lê daxwaza wê pek nehat. Kirbayir anî ziman ku, mafê ku dayîka wî 2 dilop hêsir li ser gora kurê xwe bibarîne jî ji destê wê hatin girtin:"
Piştî merasimê cenazeyê Dayîka Berfo birin Mizgefta Şakirin ya Uskudarê. Dê cenazeyê Dayîka Berfo piştre ji bo definkirinê bişînin navçeya Golê ya Erdexanê.