Dayika Şemiyê Elmas Eren rehmet kir

Dayika Şemiyê Elmas Eren ku ev 39 sal in li kurê xwe yê winda Hayrettîn Erend digeriya li Avcilarê li mala xwe rehmet kir.

Dayika Şemiyê Elmas Eren ku bi çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirse û kujer werin darizandin 751 hefte li Qada Galatarasyê li pêiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê têkoşiya, beriya ku hestiyên zarokê xwe bigre rehmet kir.

Elmas Eren ji bo aqûbeta kurê xwe Hayrettîn Eren ku 20’ê Mijdara 1980’an li Stenbolê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin, bipirse 39 salan têkoşiya li mala xwe ya li Avcilarê ji ber nexweşiyê rehmet kir.